Nasnameya ciwanê li Nisêbîne hat qetilkirin diyar bû - HAT NÛKIRIN

Hate ragihandin ku navê ciwanê duh şev di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest daye Seyîthan Dede ye.

Hate ragihandin ku navê ciwanê  duh şev di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest daye Seyîthan Dede ye.

Navê ciwanê ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di çalakiya protestoyê de bi gulebarana polîsan jiyana xwe ji dest da zelal bû. Hate ragihandin ku navê ciwanê duh şev, li Taxa Abdulkadîrpaşa saet derdora 01:30'an de di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest daye, Seyîthan Dede ye. Hate zanîn ku Asan di sala 1988'an de li navçeya Hezex a Şirnexê ji dayik bûye.

Hate ragihandin ku dayik û bavê Dede çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û teşhîsa zarokên xwe kirine.

Cenazeyê Dede, ji bo karên otopsiye birin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.