Li Dêrsimê ji ber gulereşandina leşkeran şewat derket

Ji ber gulereşandina ji 4. Fermandariya Tûgayê ya li navenda Dêrsimê, li qada daristanî şewat derket. Gundên Kig û Gurê Spî bi xeteriya şewatê re rû bi rû ne.

Ji ber gulereşandina ji 4. Fermandariya Tûgayê ya li navenda Dêrsimê, li qada daristanî şewat derket. Gundên Kig û Gurê Spî bi xeteriya şewatê re rû bi rû ne. Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl çû gundên di bin xeteriya şewatê de ne. Li navenda bajêr, ji bo gel tevlî xebatên vemirandina şewatê bibe, timî anons tê kirin.

Li herêmê, tevgera zêde ya leşkerî balê dikişîne. Ev çend roj in xetên telefon û înternetê li bajêr qut dibin.