Ciwanan li Dêrsimê çalakî lidar xistin
Êrîşên li hemberî qadên gerîla, duh bi şev li Dêrsimê hatin protestokirin. Ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket.
Êrîşên li hemberî qadên gerîla, duh bi şev li Dêrsimê hatin protestokirin. Ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket.
Êrîşên hewayî û operasyonên binçavkirinê duh bi şev li Dêrsimê ji aliyê komek ji ciwanan ve hatin şermezarkirin. Koma li ser Rêya Nexweşxaneya Berê civiya, bend danî û xwepêşandan lidar xist.
Piştî demekê polîsên Tirk bi maşînên zirxî hatin cihê bûyerê. Polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrîşî ciwanan kirin, ciwanan jî bi kevir û molotof kokteylan bersiv dan êrîşa polîsan.
Pevçûna rû da, piştî ku ciwan li nava kolanan belav bûn, bi dawî bû.
Di vê navberê de tevgera helîkopteran a li bajêr ku di demên dawî de zêde bûye, duh bi şev jî dewam kir. Helîkopterên Skorsky ên ji navenda bajêr bi hewa ketin li ser herêmên Pilemûr, Pulur û Mazgêrdê, firiyan.
Vê tevgera helîkopteran a nîvê şevê destpê kir, heta ber destê sibehê dewam kir.