Şewata li Liceyê dîsa destpê kir

Şewata li Liceyê ku pêr êvarê ji ber topbarana leşkerên Tirk destpê kir û ji aliyê gel ve duh hat vemriandin, duh danê sibehê li derdora Gundikê pavna careke din destpê kir.

Li Deşta Fîsê ya navçeya Amed Liceyê, şewata pêr ji ber topbaran û gulereşandina ji helîkopterên artêşa Tirk destpê kir û heta gundên Guçlu û Arikli li qadeke 10 kîlometreyî belav bû, duh bi şev ji aliyê gel ve hat vemirandin, lê îro ber destê sibehê careke din destpê kir.

Li vê qada ku ji ber astengiya leşkeran karê cemidandinê nehatkirin, vê carê jî li nêzî Gundikê Pavna şewat derket.

Ji bo vemirandina şewatê li navenda navçeyê anons li gel tên kirin. Maşînên arkujî û kar jî hewl diidn xwe bigihînin qadê.