YPG: Tirkiye çeperên YPG û Artêşa Azad bombebaran dike
Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir artêşa Tirk 24'ê Tîrmehê saet 04:30'î li gundê Zormîxarê yê li rojavayê Kobanê, çeperên YPG û Artêşa Azad bi tanqan bombebaran kiriye.
Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir artêşa Tirk 24'ê Tîrmehê saet 04:30'î li gundê Zormîxarê yê li rojavayê Kobanê, çeperên YPG û Artêşa Azad bi tanqan bombebaran kiriye.
Navenda Çapemeniya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand dewleta Tirk 24'ê Tirmehê li gunde Zormîxarê ya rojavayê Kobanê topbaran kiriye û encamê de 4 şervanên artêşa Azad û hinek gundi birindar bûne.
Navenda Çapemeniya YPG'ê aşkera kir ku dewleta Tirk 24'ê Tirmehê û îşev wesayîteke YPG'ê li Girê Spî daye ber guleyan. Her wiha li li gundê Zormîxarê yê li rojava'yê Kobanê ji çeperên Artêşa Azad dane ber topan.
Daxuyaniya Fermi ya YPG' wiha ye:
"Artêşa Tirk 24'ê Tîrmehê saet 04:30 sibehê li gundê Zormîxarê yê li rojavayê Kobanê, li beramberî Cerablusê, mewziyên me û yên Artêşa Azad bi tanqan bombebaran kirin. Di vê bombebaranê de 4 şervanên Artêşa Azad û çend gundî birîndar bûn.
Artêşa Tirk îşev saet 22:00'an jî, dîsa li heman gundî çeperên şervanên me û Artêşa azad bi tanqan bombebaran kirin. 7 guleyên tanqê hatin avêtin.
Dîsa îşev li rojhilatê Kobanê, li rojava'yê Girê Spî, li gundê Til Findirê saet 23:00'an wesayîtek me ji aliyê leşkerên Tirk ve hate gulebarankirin.
Artêşa Tirk; li şûna ku çeperên çeteyên DAIŞê bombebaran bike êrişî çeperên me dike. Ev ne helwestek rast e. Em rêveberiya Tirkiyeyê hişyar dikin û dibêjin bila li gorî pîvanên navneteweyî tevbigerin. Her wiha em Artêşa Tirk hişyar dikin ku careke din êrîşî çeper û yekîneyên me nekin."