Li rex êrîşên hewayî êrîşên topan

Artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya li rex êrîşa hewayî bi obus, hewan û tankan jî êrîş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku êrîşên hewan, obus û tankan li rex  êrîşên hewayî yên ji 24’ê Tîrmehê ve didomin dewam dikin.

HPG’ê têkildarî êrîşên hewan, obus û tankan ev agahî da:

 “24’ê Tîrmehê piştî saet 22:30 qereqolên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê li hember qûntarê girê Sîro, Dola Mustefa, qada Ermûş û Girê Helîkopter bi obusan êrîş pêkanîne. Piştî bomberdûmanê li eraziyê şeata daristanê destpê kiriye.

24’ê Tîrmehê sate di navbera 23:00 - 00:00 de qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê girê Şehîd Zerdeşt ê girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medya,  24’ê Tîrmehê saet di navbera 01:30 - 02:30 qereqolên Êrîş û Oremar  li hember qada Aris Faris a li ser xeta sînor a Avaşîn bi obus û hewanan bombardûmanek pêk aniye. Dîsa heman rojê saet di navbera 07:00 - 07:45 de qereqolên Oremar û Bîlîcan qadên  Şehîd Bager, Şehîd Gafur, Şehîd Zerdeşt, Tabura Ereba, Şukê û  Dola Vîra bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye. 24’ê Tîrmehê saet di navbera 21:00 - 22:00 de qereqola Sîvrî ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn qada Bedevê û 25’ê Tîrmehê saet di navbera 01:00 - 02:00 ade qereqola  Grana karakolu bi obus û hewanan qada Mêrgê bombe kiriye.

Roja 25’ê Tîrmehê saet di navbera 01:30 – 10:00 de ji qereqolên Sînek û Yekmal ên li xeta sînor ê herêma Heftenînê ya girêdayî Herêmên me yên Parastina Medyayê ye, li hemberî herêmên derdor pir zêde bombardûmana obus û hewanan pêk hatiye.

Dîsa di 24’ê Tîrmehê ji saet 23:00’yan û pê ve, di sere her saetekî ji qereqolên Êrîş, Tepê Ortê, Şkêra, qadên Girê Rûbar, Girê Cehennemê û Çiyayê Reş ê girêdayî herêma Zap a girêdayî Herêmên me yên Parastina Medyayê bi awayekî pir zêde bi obus, hewan û çekên giran hatiye bomberdûman kirine.

Roja 25’ê Tîrmehê di saet 05:00’an de artêşa dagirker a TC’yê li herêma Mawa ya Botanê operasyon dane destpêkirin û operasyon hê jî berdewam dike.

Roja 25’ê Tîrmehê di saetên sibê de, ji aliyê hêzên me yên gerîla ve li hemberî satnrala termîk a Bêspinê ya girêdayî navçeya Silopî ya Şirnexê bi çekên giran û ferdî re çalakiyek hatiye lidarxistin. Hêzên me yên gerîla di vê çalakiyê de çavkaniya herikîna bingehîn a santrala termîk derb kirine û anîne rewşa ku neyê bikaranîn. Dîsa hêzên me 6 wesayîtên kar anîne rewşa êdî neyê bikaranîn. Ji ber tevgera artêşa Tirk a li vê derê pevçûnên demkurt di navbera hêzên me û artêşa dagirker a Tirk de rû daye. Artêşa Tirk paşde vekişiya û li nêzî kana komirê ya li herêmê ye bicih bûne.

Rojên 23-24’ê Tîrmehê li herêma Garisa ya Botanê tîmeke 4 kesî ya ku di nava kiryarên kontra de ne, li ser gelên li derdora gundên Çadada, Mêrgê û Eskî Erûhê zextan pêk tînin.

Di van sê rojên dawiyê de artêşa dagirker a T.C’yê li herêma di navbera gundên Bêzar û Fêzon ên girêdayî navçeya Berwariya ya Sêrtê kemînan datînin.”

Roja 23’ê Tîrmehê di navbera saet 09:00 – 11:00’an de, li herêmên derdora qereqola Mele Elî ya girêdayî navçeya Melezgirt a Mûşçê operasyon hatiye destpêkirin.”