Nêçîrvan Barzanî yê êrîşa dewleta Tirk şermezar nekir KCK sûcdar kir!

Piştî Mesûd Barzanî daxuyaniyeke mecbûrî jî ji Nêçîrvan Barzanî hat. Barzanî yê êrîşên dewleta Tirk şermezar nekir, pesnê AKP û Erdogan da û KCK bi dawîanîna agirbestê sûcdar kir.

Piştî Mesûd Barzanî daxuyaniyeke mecbûrî jî ji Nêçîrvan Barzanî hat. Barzanî yê êrîşên dewleta Tirk şermezar nekir, pesnê AKP û Erdogan da û KCK bi dawîanîna agirbestê sûcdar kir.

Serokwezîrê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di daxuyaniya têkildarî êrîşa AKP’ê ya li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê de ti şermezarkirinek nekir.

Barzanî bi gotina xwe ya, “Mixabin bomberdûman piştî Serokê KCK’ê ragihand ku agirbest û pêvajoya aştiyê ya bi Tirkiyeyê re bi dawî bû û HDP’ê û Birêz Ocalan di mijara çekberdana PKK’ê de ne merciya biryarê ne, hat” tecrîda li Îmrali ji nedîtî ve hat û KCK sûcdar kir. Barzanî bi gotina, “Vê rewşê hikûmeta Tirkiye kir bin zexteke mezin” ket nav hewldana ku bomberdûmana dijwar û êrîşên AKP’ê meşrû bike.

Barzanî di axaftina xwe de tiştekî ku bomberdûman û êrîşên AKP’ê şermezar bike negot û bi gotina, “Şîdet û bikaranîna hêzê tiştekî çareser nake” banga ‘agirbestê’ li PKK’ê kir.

Barzanî têkildarî Erdoganê ku mutabekata Dolmabahçe nas nake jî got, “Eger feraset û hewldanên Erdogan tinebûna pêvajo destpê nedikir û nedihat meşandin” pesnê Erdogan da.