Li Hesekê gelek nuqteyên hatibûn dagirkirin hatin azadkirin
Li navenda Hesekê di operasyonên hêzên YPG/YPJ’ê yên li hemberî çeteyan ku dabûn destpêkirin de gelek nuqteyên hatibûn dagirkirin hatin rizgarkirin.
Li navenda Hesekê di operasyonên hêzên YPG/YPJ’ê yên li hemberî çeteyan ku dabûn destpêkirin de gelek nuqteyên hatibûn dagirkirin hatin rizgarkirin.
Li navenda Hesekê di operasyonên hêzên YPG/YPJ’ê yên li hemberî çeteyan ku dabûn destpêkirin gelek nuqteyên hatibûn dagirkirin hatin rizgarkirin.
Li Hesekê hêzên YPG’ê pêşve diçin. Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Hesekê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Operasyonên hêzên me ya li hember çeteyên ku hew ldidin navenda Hesekê dagir bikin dabûn destpêkirin, berdewam dike.
Di operasyonên li hember çeteyên ku di navenda Hasekê de hatibûn dorpêçkirin tên meşandin de çend nuqteyên din jî, ji çeteyan hatine rizgarkirin. Hêzên me yên ku ji milê rojava ve ber bi taxa Xiwêranê ve pêş dikevin, Çerxeriya taxa Neşwê ya Xerbî jî xistin bin serweriye xwe de.
Hejmara kuştî û birîndarên di van pevçûnan de nehatiye zelalkirin.
Îro di demjimêrên siharê, di navbera hêzên me yên ku di taxa Neşwê ya Xerbî de pêş dikevin û komên çete de pevçûn rû daye. Di van pevçûnan de 2 rêhevalên me yên ku bi qehremaniyekî mezin têdikoşiyan bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.”