‘Gelê me wê ji niha û pê ve xwe biparêze’
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya, operasyonên qirkirina siyasî li Amed û Cizîrê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya, operasyonên qirkirina siyasî li Amed û Cizîrê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya, operasyonên qirkirina siyasî li Amed û Cizîrê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.
Êrîşa hewayî ya li hemberî Herêmên Parastina Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî li Amedê di daxuyaniya li pêşengiya HDP, DBP û KCD’ê hatî li darxistin de hat protestokirin. Bi hezaran kesên ku di nava wan de Hevseroka KCD’ê Selma Irmak û parlamenterên HDP’ê jî hebûn li pêşiya avahiya KCD’ê hatin gelhev, li vir pankartên, “Rêgeha şerê qirêj Kurdistan”, “Em kujerên xwe nas dikin, em ê hesab bipirsin” hilgirtin û dirûşmên li dijî AKP’ê avêtin. Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Alî Şîmşek daxuyanî da û got êrîşa li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşaneya vekirî ku AKP’ê konsepta şer xistiye dewreyê ye. Şîmşek destnîşankir ku pêvajoya çareseriyê û pêvajoya agirbestê bi vê êrîşê bi temamî bi dawî bûye.
Şîmşek got ku, hikûmeta heyî û Erdogan carek din bûne hikûmetên şer, nîşan dane ku armanc dikin li welat kaosê bidin jiyîn. Şîmşek wiha axivî, “AKP û Erdogan di bin nave têkoşîna li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ’ê de li hemberî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û Gelê Kurd operasyonên qirkina siyasî û leşkerî dane destpêkirin û pêvajoya komkujiyên nû daye destpê kirin.”
Li Cizîrê bi sedan welatiyan êrîşên balafirên arteşa Tirk û perasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar ki ku hikûmeta AKP'ê bi agir dileyize û ev agir wê wan jî bişewitine.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi sedan welatî li ber avahiya HDP'ê kom bûn û êrîşên balafirên arteşa Tirk yên li dijî Heremên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn dirûşmên "PKK gel e gel li vire", "Bijî berxedana gelê kurd" berz kirin û nerazibûnên xwe anîn ziman.
Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Alî Akdenîz, Hevserokê DBP'ê Mesut Nart û gelek endam û rêxistinên saziyên sivîl amade bûn.
'RÛYÊ AKP'Ê YÊ REŞ BIBÎNIN'
Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz bertek nîşanî êrişên balafirên şer dan û diyar kir ku bi bomebarankirina çiyayan aştî nayê. Akdenîz da zanîn ku divê hemû kes êrîşên hikûmeta AKP'ê bibîne û wiha got: "Em bang li gelê Tirkiyeyê dikin ku rûyê AKP'ê yê reş bibîne. Gelê Kurd her dem li ber xwe daye û wê li be rxwe bidin."
'EV REWŞ NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi lêv kir ku AKP'ê tahamulî serketinên gelê Kurd nake lewma van êrişan pêk tîne. Sariyildiz diyar kir ku AKP daristan û zozanên Kurdistanê dişewitin, bombe baranan dike û wiha axivi: "Ciwanên birîndar yên li Rojava li berxe didan îro hatin binçav kirin. Ev rewş nayê qebûl kirin. Em bang li gelê Kurd dikin ku êdî parastina xwe ya rewa pêş bixin. Binçavkirin, girtin û kuştin nikare doza gelê kurd bi rawestine." Sariyildiz hikûmeta AKP'ê hişyar kir û da zanîn ku kesê bi agir dileyize bila baş bizane ku dê ew agir wan jî beşewitine.
Piştî axaftinan welatî bi dirûşma "Tundî me têk nabin" belav bûn.