Bomberdûman û girtin li Swêdê hatin protestokirin
Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Goteborg û Malmo yên Swêdê bi xwepêşandanan hat prostestokirin.
Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Goteborg û Malmo yên Swêdê bi xwepêşandanan hat prostestokirin.
Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Goteborg û Malmo yên Swêdê bi xwepêşandanan hat prostestokirin.
Di xwepêşandana li Goteborgê de Kurdistaniyên ji çar aliyên Kurdistanê hatin cem hev. Li Malmo jî kesekî ku tê texmînkirin sempatîzanê DAIŞ'ê ye hewl da çalakiyê sabote bike, lê ji aliyê girseya gel ve bêbandor hat hiştin û radestî polîsan hat kirin.
Di xwepêşandanên li her du bajaran de ji ber êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, girtinên li Kurdistan û Tirkiyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qîrîna dirûşmeyan AKP hat şermezarkirin.
Xwepêşandana li Parka Brûnn a Goteborgê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên li Pirsûsê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, destpê kir.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê Alî Agirî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku dewleta Tirk careke din rûyê xwe yê rast nîşan daye, li hemberî gelê Kurd dest bi êrîşeke topyekûn kiriye, li aliyekî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman dike, li aliyê din jî bi operasyonan re bi sedan kes girtiye.
Agirî anî ziman ku divê gelê Kurd li dijî polîtîkayên dewleta Tirk xwe ji nû ve birêxistin bike û got, "Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê xwedî li welatê xwe û gerîlayên xwe derkevin. Em ê êrîşên barbar ên dewleta Tirk beralî bikin."
Agirî da xuyakirin ku girîng e Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn hîn bêhtir destekê bidin têkoşîna li welêt û destnîşan kir ku bersiva herî baş a li dewleta Tirk û xayînan, pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e.
Agirî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku azadiya Ocalan bi bilindkirina serhildanan dibe.
Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bimire Xiyanet", "Bijî gelê Kurd" û "Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike" bi dawî bû.
Xwepêşandana li Malmo jî bi beşdariya 150 kesan li Meydana Trîangelê pêk hat. Di axaftinên li çalakiya ji aliyê rêxistina ciwanên Partiya Çep a Swêdê Ciwanên Çep ve hat birêxistinkirin de, rayedarên Partiya Çep ên bajarê Malmo, qetilkirina 32 ciwanên li Pirsûsê şermezar kirin û bi tundî polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava û Kurdan rexne kirin.
Rayedarên Partiya Çep bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve protesto kirin û xwestin tavilê bi dawî bibe. Rayedaran bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên dijminatiyê li Kurdan dikin, helwestê nîşan bidin.
Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmena AKP û çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin. Kesekî ku tê texmînkirin sempatîzanê DAIŞ'ê ye, ji ber ku li hemberî Kurdan gotinên nebaş di dema çalakiyê de got, ji aliyê xwepêşandêran ve bêbandor hat hiştin û radestî polîsan hat kirin.