Konseya Rêveber a KNK'ê, li hemberî êrîşên hewayî yên li hemberî qadên gerîla û operasyonên binçavkirinê bang li kesayet, partî û saziyên endamên xwe kir, ku bi hemû xebatên xwe li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û helwestê nîşan bidin.
Konseya Rêveber a KNK'ê, der barê êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk û operasyonên girtin û binçavkirinan de, bang li endamên xwe kir.
Di daxuyaniya Konseya Rêveber de hat bibîr xisitn ku dewleta Tirk-hikûmeta AKP'ê careke din li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd dest bi şerekî giran kiriye û ev xal hat destnîşankirin:
"Weke tê zanîn ev du sal û nîvin pêvajoyek çareseriyê û şer rawestandinek dihata meşandin. Ev pêvajo 28.02.2015'an de li qesra Dolmabahçeyê gihişte mutabakatekî jî. Lê Recep Tayîp Erdogan ev mutebakat red kir û got 'pirsgirêka Kurd nîne' û pêvajo têk bir. Mîmarê vê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e, lê ev çar meh in bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin hatine rawestandin û di bin tecrîdek giran de ye. Her wiha di dema hilbijartinan û piştî hilbijartinan jî, gelek êrîşên bombeyî li dijî kes, partî û rêxistinên Kurdî û dostên Kurdan pêk hatin. Niha jî ev êrîşa mezin a hewayî pêk hat. Yê pêvajoya aştî û çareseriyê têkbirî Erdogan û hikûmeta wî ye.
Ev êrîş, êrîşeke biçûk nîne û bi armanca ji navberbirinê tê amadekirin. Ev êrîş tenê ne li dijê tevgerekê ye, her wiha li dijî hemû gel û desteketiyên gelê Kurd e. Kurdistan, Başûrê Kurdîstan tê bombekirin û xwezaya Kurdistanê tê şewitandin. Çi gerîla çi sivîl, Kurdistanî têne kuştin.
'ÊRÎŞA LI DIJÎ GERÎLA, DESTEKKIRINA DAIŞ'Ê YE'
Ev demeke dirêje li Rojava û li Başûr em weke milet şerekî giran li hember DAIŞ'ê dikin. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de, hêza gerîla hêzeke sereke ye. Dewleta Tirk çi dibêje bila bêje, êrîşkirina hêzên gerîla destekkirina DAIŞ'ê ye. Lewazkirina hêza gerîla, xurtkirina DAIŞ'ê ye. Ji serî heta niha DAIŞ'ê desteka herî mezin ji Dewleta Tirkiyê – Hikûmeta AKP'ê stendiye.
Bi van êrîşan rewşek nû, rewşeke awarte û xeter li Kurdistanê pêk hatiye. Li hember van êrîşan pêwîste ti kes, ti hêz, ti endamên me bê helwest nemînîn. Li ser vê em ji endamên xwe dixwazin bi daxuyanî, bi beşdarbûna çalakiyan, bi xebatên xwe yên dîplomatîk, bi hemû curê xebatan li hember van êrîşan dengê xwe bilind bikin û helwest bigirin."