YPG’ê nasnameya 2 şervanan aşkera kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên di berxwedana Hesekê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên di berxwedana Hesekê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Hesekê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Daxuyaniya YPG’ê ya li ser malpera fermî hate weşandin wiha ye:  “Di nava rewşên dijwar ên kantona Cizîrê û êrîşên hovane yên komên çete li ser herêmê jî, berxwedana rûmetê ku hêzên me didin meşandin berdewam dike.

Komên terorîst û ji demek dirêj ve êrîşî herêmên bi ewle yên ku li ser bingeha jiyana hevbeş ên Rojava dikin. Hemû êrîşên terorîstan rastî berxwedana bi rûmet û ji pola ya hêzên me tên û îradeya gelê me tên. Di berxwedana rûmetê de ya li dijî çeteyan du berxwedêrên me û piştî di şer de fedakariyeke mezin nîşan dan, di parastina herêmê de roleke mezin nîşan dan jiyana xwe ji dest dan.

Em wekî hêzên YPG’ê soz didin hevalên xwe yên şehîd em ê heta nuqteya dawî ya xwîna xwe têkoşînê bikin da ku em hemû xaka xwe ya pîroz ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan rizgar bikin. Em sersaxî ji hemû malbatên Şehîdan re dixwazin.

Nasnameya şervanan wiha ye:

 

Nav: Egîd Tahir

Nasnav: Egîd Qamişlo

Navê dayikê: Şadiya

Navê bav: Ebdulezîz

Cihê jidayîkbûnê: Qamişlo

Cihê şehadetê: 22-7-2015 Hesekê

 

Nav û paşnav: Ednan El-Cundî

Nasnav: Xerîb Dêrik

Navê dayikê: Necah

Navê bav: Tirkî

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Cihê şehadetê: 23-7-2015/Hesekê