Li hember îlana şer a AKP'ê we li Fransayê bersiv bê dayîn
Li Fransayê li hember konsepta şer a AKP’ê biryara çalakiyan hat dayîn.
Li Fransayê li hember konsepta şer a AKP’ê biryara çalakiyan hat dayîn.
Saziyên Kurd û dostên wan ên li Başûrê Fransayê piştî îlana şer a AKP’ê û bombardûmanê wek bersiva ji banga KCK û KCD-E re biryara çalakiyan dan.
BANGA TEVLÎBÛNÊ
Komîyeta Amadekar têkildarî çalakiyê ev bang kir: “Em bang li gelê me dikin ku bi ruhê seferbertiyê tevlî bibin û têkoşînê bilind bikin.”
PLANSAZIYA ÇALAKIYAN:
"Marsîlya, Meş
Dîrok: 25.07.2015 Şemî (îro)
Saet: 18:00
Cih: Place de la Canebière
Ber bi konsolosxaneya TC ve meş
29.07.2015 Çarşem
Saet : 14:00
Cih: Ji Place de la Canebière heta onsolosxaneya Tirk meş
Konê agahdarkirinê
Ji 30’ê Tîrmehê heta 1’ê Tebaxê
Li Marsilya Vieux-Porte' her roj di navbera saet 16.00-21.00
01.08.2015 Şemî
Saet: 18:00
Cih: Place de la Canebière
Toulouse
26.07.2015 Yekşem
Saet: 19:00
Cih: Place de la Capitol."
Hefteya pêşiya me li bajarên Bordeaux, Montpellier, Lyon û Nîce jî wê çalakiyên cur bi cur pêk werin.