Êrîşa li hember herêmên gerîlayan li Mûşê hat protestokirin

Êrîşa hewayî ya balafirên şêr ên artêşa Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Kopê ya Mûşê ji aliyê hezaran kesî ve di meş û çalakiya rûniştinê ya li navenda navçeyê hat protestokirin.

Bi hezaran kesên li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn, êrîşa hewayî ya li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê protesto kirin. Girseya gel dovizên, “Rêbertiya azad, nasnameya azad, xweseriya demokratîk”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, “Temînata aştiyê li Îmraliyê ye” li ser nivîsandî rakirin û bi dirûşma, “Destên dirêjî Qendîl bibin wê bişkên” heya derketina navçeyê meşiyan. Di dawiya meşa ku esnafên navçeyê jî bi girtina derabeyên xwe piştgirî dan, girseyê 10 deqeyan rê li çûn û hatinê re girtin û çalakiya rûniştinê pêk anîn, piştre heya qada Termînalê meşiyan. welatiyan di pencereyên malên li ser rêgeha meşê bi çepik û dirûşman piştgiriya xwe nîşan dan.

Di dawiya meşê de hat ragihandin ku heya êrîş bi dawî bibin her roj saet 14:00’an de wê derkevin kolanan û çalakiyên protestoyî li dar bixin.