Walîtî nahêle şewata li Amedê bê tefandin
Walîtiya Amedê nahêle şewata mezin a li navçeyên Lice, Hênê û Karazê bê tefandin. Parlamenteran berê xwe dan Liceyê.
Walîtiya Amedê nahêle şewata mezin a li navçeyên Lice, Hênê û Karazê bê tefandin. Parlamenteran berê xwe dan Liceyê.
Buroya Çapemeniyê ya Rêxistina DBP'ê ya Amedê diyar kir ku li navçeyên Lice, Hênê û Karazê şewateke mezin derketiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê kêliyê de li navçeyên me Lice, Hênê û Karazê şewateke gelekî mezin derketiye. Şewat bi bandora ba belav dibe. Der barê tefandina şewatê de Walîtiya Amedê bi hinceta 'ewlekariyê' destûrê nade ku wesayîtên tefandina şewatê yên Şaredarî û Midûriyeta Daristanan biçin herêma şewatê. Tevî hemû hewldanên me jî, destûr nayê dayîn ku wesayîtên arkujiyê mudaxleyî şewatê bikin. Em vê astengiya Walîtiyê û hêzên ewlekariyê ya li pêşiya xebatên arkujiyê û tefandina şewatê, qebûl nakin."
PARLAMENTERAN Û RÊVEBERÊN PARTIYAN BERÊ XWE DAN LICEYÊ
Ji parlamenterên HDP'ê yên Amedê Ziya Pîr, Çaglar Demîrel, Nîmettûllah Erdogmûş, Sîbel Yîgîtalp, Edîp Berk, Feleknas Ûca, Îmam Taşçier û Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek, Hafîze Îpek, Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Amedê Omer Onen, Gulşen Ozer û gelek rêveberên DBP û HDP'ê berê xwe dan Liceyê.