Tecrîd û bomberdûman li Marsîlyayê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Fransa Marsîlyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyekê şermezar kirin.
ANF
MARSÎLYA
yekşem, 26 tîrmehê 2015, 11:26
Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlayayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lanetkirina êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, meş û mîtîngek lidar xist. Meşê ji meydana La Canebîere destpê kir û Kurdistaniyan bi hêrseke mezin AKP şermezar kirin.
Endamên Ciwanên Azad jî DAIŞ û hevkarê wê hikûmeta AKP hişyar kirin û destnîşan kirin ku gel û gerîlayên Kurd bi tenê nînin.
Li dû meşa saetekê dewam kir, ku bi qasî hezar kes beşdar bûn, li meydana Vîeûx Portê mîtîng hat lidarxistin. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê destpê kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Felat Marînos û Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîslyayê Sevgî Yavaş peyivîn.
Yavaş di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser hewldaên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî van hewldanan dest bi êrîşeke berfireh li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê kiriye.
Yavaş anî ziman ku destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê di bin navê dijberiya DAIŞ'ê de li dijî PYD'ê, li dijî sîstema kantonal a Rojava tê kirin û destnîşan kir ku hewldanên Serokkomar Erdogan ên ji bo Tirkiyeyê tevlî şerekî demdirêj ê herêmî bike, xetere ne.
'DIVÊ GELÊ ME LI HER DERÊ NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDE'
Siyasetmedarê Kurd Felat Marînos jî da xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan û bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşek li dijî destketiyên Kurdan e û got, "Gelê leheng û fedekar ê Kurdistanê, wê ne tenê êrîşên DAIŞ û AKP'ê bişikînin, di heman demê de wê wan li vê xakê binax bikin."
Marînos bang li tevahiya Kurdistanî û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê kir û got, "Di serî de gelê me yê li Ewropayê dijî, divê tevahiya gelê me li her cihî nerazîbûna xwe ya siyasî nîşan bidin."
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.
Kurdistanî wê di hefteya pêş de jî bi hin rêze çalakiyan re êrîşên dewleta Tirk û tecrîdê protesto bikin. Kurdistaniyên ku wê standa agahdarkirinê ji bo sê rojan deyne, wê roja Çarşemê saet di 14:00 de ji La Canebîere heta Konsolosxaneya Tirkiyeyê bimeşin û destegula reş deynin pêşiya konsolosxaneyê. Roja Şemiya pêş saet di 18:00 de jî wê meşeke girseyî bê lidarxistin.