TUHAD-FED: Divê em têkoşîna xwe ya li dijî AKP'ê radîkal bikin
TUHAD-FED a dixwaze operasyonên siyasî û leşkerî bên sekinandin, mafên Ocalan werin ewlekirin û girtiyên siyasî serbest werin berdan got, "Em ê têkoşîna xwe radîkal bikin."
TUHAD-FED a dixwaze operasyonên siyasî û leşkerî bên sekinandin, mafên Ocalan werin ewlekirin û girtiyên siyasî serbest werin berdan got, "Em ê têkoşîna xwe radîkal bikin."
TUHAD-FED'ê diyar kir ku AKP li pêşberî pêngavên siyasî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk diçe. TUHAD-FED a dixwaze operasyonên siyasî û leşkerî bên sekinandin, mafên Ocalan werin ewlekirin û girtiyên siyasî serbest werin berdan got, "Em ê têkoşîna xwe radîkal bikin."
Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) civîna xwe ya 2 mehan carekê li Salona Konferansê ya Şaredariya Sêrtê lidar xist.
'AKP'Ê LI HEMBERÎ PÊNGAVÊN RÊBERÊ ME WINDA KIR'
Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz encama civînê aşkera kir û bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî. Temîzyuz anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li şûna pêngavên çareseriya demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binirxîne û reformên demokratîk pêk bîne, bi têkçûna di hilbijartinê re bêhtir har bûye û got, "Divê were zanîn ku desthilatdariya AKP'ê, li hemberî pêngavên siyasî û demokratîk ên Rêberê me winda kiriye."
'DIVÊ OPERASYON WERIN SEKINANDIN, MAFÊN OCALAN BÊN EWLEKIRIN'
Temîzyuz da xuyakirin ku AKP bi afirandina têgihiştina 'kaosê' li nava civakê re dixwaze desthilatdariya xwe zexm bike, lê belê heta ku pirsgirêka Kurd çareser neke nikare bi ser bikeve û got, "Ji ber ku hemû kodên pirsgirêkên civakî di çareseriya pirsgirêka Kurd de hatine girêdan. Neçareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên din jî dike girêka kor. Hikûmeta AKP a ku vê nabîne û bi jiberên Tirkîtî, înkar, tekparêziyê tevdigere, der barê pêşeroja gelê me de rûletê dilîze."
Temîzyuz bang li tevahiya raya giştî kir ku nerazîbûnên demokratîk nîşanî desthilatdariya AKP'ê bide û got, "Weke rêxistinên civakî yên sivîl û demokratîk, em dixwazin ev operasyonên heyî werin sekinandin, di serî de azadiya fîzîkî ya Rêberê me hemû mafên wî yên welatîbûna azad bên ewlekirin û girtiyên siyasî yên li zîndana bên berdan."
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE RADÎKAL BIKIN'
Temîzyuz got, "Ji bo bi cih hatina daxwazên me, divê pêvajoya heyî ya şoreşî baş û rast bê nirxandin û li her cihê em lê ne bi radîkalkirina têkoşîna xwe re divê em pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin."