Yuksek: Armanc tinekirina destketiyên Kurdan e

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek di axaftina xwe ya li civîna dema navberê ya bi beşdariya Hevşaredarên partiya xwe de diyar kir, ku armanca konsepta şer tinekirina destketiyên Kurdan e.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek di axaftina xwe ya li civîna dema navberê ya bi beşdariya Hevşaredarên partiya xwe de diyar kir, ku armanca konsepta şer tinekirina destketiyên Kurdan e. Yuksek anî ziman ku AKP'ê rewatiya xwe winda kiriye û got, "AKP weke mekanîka darbeyê dixebite."

Civîna dema navberê ya Hevşaredarên DBP'yî, bi beşdariya Hevserokên Giştî Emîne Ayna û Kamûran Yuksek li Amedê pêk hat. Civîna li Salona Konferansê ya Şaredariya Baglarê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê destpê kir.

ANLI: EM Ê XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli axaftina vekirinê kir û anî ziman ku ew bi konsepteke nû re rû bi rû ne. Anli got, "Weke rêveberiyên herêmî, tevî hemû zor û zehmetiyan jî em ê wezîfeya xizmetê ya ku gel daye me, dewam bikin. Em ê bi xwedîderketina li nirxên xwe yên têkoşînê re, rêya xwe dewam bikin."

YUKSEK: AKP'Ê DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE REWATIYA XWE WINDA KIR

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê biryara şerekî topyekûn girtiye û anî ziman ew bi AKP'yeke di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rewatiay xwe ya desthilatdariya bi tena serê xwe winda kiriye re rû bi rû ne.

Yuksek da zanîn ku her çend gel destûra rêveberiya welêt nedaye AKP'ê jî, AKP biryareke giran a weke şer ku bandoreke kûr li tevahiya welêt û civakê dike, gelekî bi hêsanî stendiye û israra di şer de weke 'darbeyê' pênase kir. Yuksek got, "Di demên darbeyê de çapemenî tên sansurkirin, daxuyaniyên çapemeniya demokratîk tên astengkirin û her sibe bi sedan welatî tên binçavkirin. Ya ku niha diqewime ev e. Ev darbeyeke. Tevî ku gel erka rêveberiyê nedaye jî bi zorê biryarê digire. Ev mekanîka darbeyê ye. AKP weke mekanîka darbeyê dixebite."

'KOMKUJÎ BI AGAHÎ Û KONTROLA AKP'Ê PÊK HAT'

Yuksek da xuyakirin ku haya AKP'ê ji komkujiya li Pirsûsê hebû û komkujî di bin kontrola AKP'ê de pêk hatiye. Yuksek anî ziman ku bi vê komkujiyê re hatiye xwestin pêşî li hevgirtin û yekîtiya derdorên sosyalîst bi tevgera Kurd re bê girtin û got, "Dixwazin bi tenê DAIŞ'ê weke berpirsyar nîşan bidin. Çi karê DAIŞ'ê bi siyaseta hundirîn a Tirkiyeyê re heye? Ev komkujî ji aliyê endamên ku MÎT'ê ji DAIŞ'ê re şandiye, hatiye kirin."

Yuksek ragihand ku armanca konsepta şer tinekirina destketiyên Kurdan û di nava şert û mercên şer de pêkanîna hilbijartineke pêşwext e. Yuksek da zanîn ku Erdogan û AKP encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê qebûl nakin, dixwaze heta ku Erdogan bi tenê bibe serok şer dewam bike û destnîşan kir ku divê ewladên vî welatî ji bo xatirê serokbûyîna Erdogan, ji bo xatirê desthilatdariya bi tena serê xwe ya AKP'ê, nemirin.

Yuksek got, "Eger em ê bimirin, werin em bi hev re ji bo aştî, demokrasî û biratiyê bimirin. Pêwîste ti ji zarokên Anatoliyê ji bo xeyalên Erdogan nemirin."