Li Dusseldorf û Berlînê çalakiyên ciwanan

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiya li Pirsûsê û bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Dusseldorf û Berlînê ji aliyê ciwanan ve hatin protestokirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiya li Pirsûsê û bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Dusseldorf û Berlînê ji aliyê ciwanan ve hatin protestokirin.

DUSSELDORF

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, komkujiya li Pirsûsê û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi sedan ciwan daketin meydanan û ji bo pirsîna hesabê van hemûyan li Dusseldorfê meşeke korsanî pêk anîn.

Ciwanên ji stasyona Dusseldorfê ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" meşiyan û tevî destwerdana polîsan jî meşa xwe ya ber bi navenda bajêr ve dewam kirin. Ciwanên li hemberî vê konsepta şer a li Kurdistanê tê meşandin rabûn serhildanê, destnîşan kirin ku heta hesabê van hemûyan bipirsin, ew ê li qadan bin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî endamên Ciwanên Azad, tecrîda li ser Ocalan, bomberdûmana qadên gerîla û komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.

Meşa bi pêşengiya Ciwanên Azad bi beşdariya 5 hezar kesî saet di 18:00 de li Bernauerstraße destpê kir û bi şiyara "Xwedî li Rêbertî, şehîd û welatê xwe derkeve" pêk hat. Ciwanên Azad, KNK, Meclîsa Jinê, PYD, pêkhateyên HDP'ê, Federasyona Êzidiyan, Rote Aktion, MLKP, Akît, Atîf û gelek dost û saziyan cihê xwe di meşê de girtin. Meş heta Nettelbeckplatzê dewam kir.

Endamê Ciwanên Azad di axaftina xwe ya li vir de got, "Em ê tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nekin û bi berxwedana ciwanên Kurd re tecrîdê û êrîşên namerdî bişikînin."

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan canfedayên Apo ne" hatin qîrîn. Hat destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan ew ê li qadan bin û hesabê komkujiyan bipirsin. Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

...