Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li bajarên Kurdistanê pêla girtin û binçavkirinan mezin dibe.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li bajarên Kurdistanê pêla girtin û binçavkirinan mezin dibe.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li bajarên Kurdistanê pêla girtin û binçavkirinan mezin dibe.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Kale û Tepebag. Di serdegirtinan de Serokê berê yê rêxistina BDP'ê ya Dêrikê Vahap Çerî û xebatkarê Şaredariyê Ridvan Dîp hatin binçavkirin. Şukran Dîp a hevserê wê hat binçavkirin got, "Em êdî bêzar bûne ku timî diavêjin ser mala me û hevserê min digirin binê çavan. Psîkolojiya zarokên min xera kirin, vana çi ji me dixwazin?" Fikar hene ku hejmara mirovên li navçeyê werin binçavkirin, zêde bibe.
AGIRÎ
Endamê HDP'ê Feyyaz Takan ê duh di serdegirtina li navçeya Agirî Giyadînê hat binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê, danê êvarê anîn edliyeyê. Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' Takan sewqî Dadgeha Ceza ya Asliye ya Giyadînê kir. Dadgehê jî Takan girt û ew şand Girtîgeha Tîpa A ya Giyadînê.
EDENE
Li navçeya Edene Seyhanê, êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, komujiya li Pirsûsê û operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê ciwanan ve li taxa Hurriyetê hat şermezarkirin. Lê belê polîsan êrîşî ciwanan kirin û heta nîvê şevê pevçûnê dewam kir. Li hemberî êrîşa polîsan a bi çekên giran, ciwanan li taxa xwe parastina xwe kirin û bi fîşekên hewayî, kevir û molotof kokteylan bersiv dan.
Bi berfirehbûna pevçûnê re polîsan bi maşînên zirxî bi sedan bombeyên gazê avêtin nava taxê. Nayê zanîn ku ji ber vê êrîşa dijwar çend kes birîndar bûne û ahtine binçavkirin. Dorpêçiya polîsan a li taxê heta ber destê sibehê dewam kir. Her wiha polîsên Tirk bi helîkopteran tevahiya şevê li ser taxê geriyan.