Der barê îdîayên 'Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye' yên di medya civakî de cih girtin Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêya telefonê bi rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê re axivî.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêya hesabê xwe yê fermî yê twîtterê ev agahî da û got, "Di axaftina me ya bi Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê re, me ji wan re gotin 'daxuyanî têrê nake, divê em derhal bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin."
Tê payîn ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê axaftinê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.
Wezîrê Edaletê yê Tirk Kenan Îpek da xuyakirin ku îdîayên li ser 'Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye' ne rast in.
PARÊZER WÊ TECRÎDÊ PROTESTO BIKIN
Di vê navberê de, bi armanca şermezarkirina qedexeya 4 salan a hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re, wê parêzer sibe biçin Gemlîkê. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem jî tevlî banga Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaze û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê. Parêzer wê sibe li Gemlîkê bixwazin dawî li tecrîda li ser Ocalan were anîn.