Ciwanan rê li trafîkê girtin, wesayît şewitandin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ciwanan rêya Riha-Bêrecûkê li trafîkê girtin û qemyonek şewitandin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ciwanan rêya Riha-Bêrecûkê li trafîkê girtin û qemyonek şewitandin.
Ji ber operasyonên qirkirina siyasî, êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Pirsûsê, ciwanan bi çalakiyekê AKP protesto kirin. Ciwanên li taxa Elîgorê daketin kolanan, rêya bejahî ya Riha-Bêrecûkê li trafîkê girtin.
Ciwanan di dema çalakiyê de, qemyoneke rêze marketên BÎM'ê sekinandin û dan ber agir. Wesayît bi temamî şewitî.