YNK: Divê dewletaTirk dawî li êrîşên xwe bîne
YNK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hember herêmên gerîlayan da û xwest êdî rawestin. Ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî hat xwestin ku ji bo rawestandina êrîşan hewl bide.
YNK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hember herêmên gerîlayan da û xwest êdî rawestin. Ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî hat xwestin ku ji bo rawestandina êrîşan hewl bide.
YNK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hember herêmên gerîlayan da û xwest êdî rawestin. Ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî hat xwestin ku ji bo rawestandina êrîşan hewl bide.
Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) der barê êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li ser Herêmên Parastinê yên Medya daxuyaniyek nivîskî weşand. YNK’ê diyar kir ku plana van êrîşan berê hatiye danîn û daxwaz kir Tirkiye wan êrîşan rawestîne. YNK’ê got ku divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di vê der barê de bicivin.
YNK di daxuyaniya xwe de got: “Hêzên hewayî yên Tirkiyeyê sînorê Iraq û Herêma Kurdistanê derbas kirin û hinek navçe bombebaran kirin. Hêzên PKK û welatiyên sivîl jî li wan herêman in. Ev di demekê de ye 3 sale guftûgoyên fermî hene de pêk tê. “
YNK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan: “YNK ji bo aştî û aramiyê weke her dem daxwaz ji Tirkiye dike ku êrîşên xwe yên li Kurdistanê rawestîne. Ji ber ku gelê me, hêzên pêşmerge, gerîla û şervan li dijî DAIŞ’ê di nava şer de ne. Serketina li hemberî DAIŞ’ê berpisyartiyeke ji pirsgirêkên ku nedihatin xwestin di vê demê de rûbidin. Lewra rawestandina êrîşên Tirkiye, wê eniya li dijî terorê bihêz bike. Di heman demê de em daxwazê ji PKK’ê dikin ku pîşeya xwe şoreşgerî berdewam bikin û li beramberî karên ne rewa bertekên ne di dema xwe de ne. Her wiha berpirsyartî li ser milê AKP’ê ye derfet nede dijminên aştiyê di nava Tirkiye û navçeyê de, negihin armancên xwe.
Em daxwaz ji serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin tişta ji wan were van êrîşan bidin rawestandin û di çareseriyê de beşdar bin. Bilez û bez pêngavan b,avêjin. Ji ber ku hikûmeta hevpeymaniyê ye, lewra em pêwîst dibînin civînek bi beşdariya hemû aliyên siyasî di demek herî zû de were lidarxistin. Ji bo hemû alî tevlî çawaniya çareserkirina pirsgirêkan de bibin.”
Di vê demê de pir girînge welatên Rojava û Yekîtiya Ewropa rolek bi bandor di çareserkirina van pirsgirêkan û pirsgirêkên siyasî de bilîze. Tenê ev rê dikare li hemberî terorê bihêz bibe. Berevajî ewlekariya navçe û welatan wê xera bibe. Temenê DAIŞ û hêzên terorîst jî wê dirêjtir bibe.”