Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk û PDK tên protestokirin
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin. Di çalakiyan de helwesta PDK'ê jî hat şermezarkirin. Îro jî wê ji Silêmaniyeyê ber bi Qendîlê ve meş bê lidarxistin.
ANF
HEWLÊR
yekşem, 26 tîrmehê 2015, 10:38
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin. Di çalakiyan de helwesta PDK'ê jî hat şermezarkirin. Îro jî wê ji Silêmaniyeyê ber bi Qendîlê ve meş bê lidarxistin.
HEWLÊR
Li Hewlêrê, ji ber Parka Şanedarê heta pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşek hat plankirin, lê belê hêzên asayîşê li pêşiya meşê bûn asteng. Li ser vê yekê li cihekî nêzî Konsolosxaneya Tirk daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn û êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gerîla hatin şermezarkirin.
REWANDÛZ
Li navçeya Hewlêr Rewandûzê jî, bi pêşengiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Tevgera Azadî, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Partiya Komunîst a Kurdistanê çalakî hat lidarxistin û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.
KELAR
Li navçeya Germiyan Kelarê jî bi pêşengiya Tevgera Azadî, bi sedan kes bi al û pankartan beşdarî çalakiyê bûn. Di dema xwepêşandana protestoyî de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK hêzeke Kurd e, tevahiya Kurdistanê diparêze û hat destnîşankirin ku Qendîl xeta wan a sor e. Di xwepêşandana protestoyî de gel nearzîbûn nîşanî helwesta PDK'ê da û li dijî PDK'ê dirûşme qîriya.
RANYA
Li navçeya Silêmaniye Ranyayê, bi pêşengiya Tevgera Azadî, RJAK, Partiya Parêzger û Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê, girseya gel çalakî lidar xist û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bimire Xiyanet", "Bijî Berxwedan" qîriya.
MEŞA BER BI QENDÎLÊ
Ji navçeya Ranyayê wê îro ber bi Qendîlê ve meşeke mezin bê lidarxistin. Girseya gel a ji Hewlêr, Silêmaniye, Kerkûk û gelek navçeyên din hat, li Ranyayê civiya û wê ber bi qadên gerîla yên rastî êrîşa dewleta Tirk hatin, bimeşe.
WÊ LI DUHOKÊ BÊ PROTESTOKIRIN
Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl wê îro saet di 17:30 de li ber Walîtiya Duhokê bicivin û êrîşên dewleta Tirk protesto bikin. Êrîş wê li bajarokê Şeladizê yê Duhokê jî werin şermezarkirin.