Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Îdîa ne rast in
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da xuyakirin ku îdîayên 'Ocalan jiyana xwe ji dest daye' ne rast in û daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re dubare kir.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da xuyakirin ku îdîayên 'Ocalan jiyana xwe ji dest daye' ne rast in û daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re dubare kir.
Der barê îdîayên 'Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye' yên di medya civakî de cih girtin Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêya telefonê bi rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê re axivî.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê vê axaftinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Parêzeran diyar kirin ku midûrê girtîgehê ji wan re ragihandin ku ev rewş dûrî ji rastiyê ye.
Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hat ragihandin ku partiya li desthilatdariyê bi îzolekirina muwekîlê wan re, zemînê ji her şêwe fikar û gumanan re amade dike û bang li partiya desthilatdariyê hat kirin ku hiqûqa xwe ya korsan a li Îmraliyê ji holê rake û bi cidiyeta dewletê tevbigere. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, beyana rêveberiya girtîgeha Îmraliyê bi we raya giştî ya hêja re parve dikin; ji ber girîngiya mijarê dixwazin daxwaza me ya dîtina muwekîlê xwe bi lezgînî bi cih were anîn û destnîşan dikin ku em zîhniyeta astengiyê derdixînin, şermezar dikin."