Neşwa Rojhilat ji çeteyan hate paqijkirin
Şervanên YPG/YPJ'ê yên pêl bi pêl qadên Hesekê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne rizgar dikin, taxa Neşwa Rojhilat (Şerqî) ji çeteyan paqij kirin.

Piştî ku çerxerêya stratejîk a Neşwa Şerqî ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hat irzgarkirin, ev du roj in li herêmê şerê dijwar diqewime. Di şerê li vir de çete derbên giran dixwin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê, piştî dorpêçkirina Hesekê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve, li taxa Neşwa Rojava û Neşwa Rojhilat şerê giran di navber hêzên YPG’ê û çeteyan de rûda. Di encama operasyona 2 rojên dawî de taxa Neşwa Rojhilat jî bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Di opersyonê stadyûma Basil Esed (Medina Riyadi) û derdora wê ketin bin kontrola hêzên YPG’ê.
Hat ragihandin ku li vê derê bi dehan çete hatine kuştin. Di encama operasyonê de şervanên YPG/YPJ'ê panzêrên çeteyan, doçka, wesayîtên hamer bi dest xistin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan.
Tîmên taybet ên YPG'ê herêmê ji mayînan paqij dikin.