Sariyildiz: Medya alîgir şerê psîkolojîk dimeşîne

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, di serî de A Haber nerazîbûn nîşanî saziyên din ên medyaya alîgir da, ku der heqê wî de nûçeyên derew û bêbingeh weşandine.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, di serî de A Haber nerazîbûn nîşanî saziyên din ên medyaya alîgir da, ku der heqê wî de nûçeyên derew û bêbingeh weşandine.

Sariyildiz der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku A Haber, Akşam, Sabah û Yenî Akît der heqê wî de bi serenavê "Bi kuryeyê PKK'ê re çû çekan bîne" nûçeyên dûrî ji rastiyan weşandine.

Sariyildiz anî ziman, ku li hemberî hewldanên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kobanê, ew bi mehan li ser sînorê Pirsûsê bi gel re maye û nobed girtiye. 

Saryildiz got, "Di Sibata 2015'an de, ji ber ku ji bo şahiya ciwanan a rêxistina DBP'ê ya Serêkaniyê hatibûm vexwendin ji Pirsûsê çûm Serêkaniyê. Hevalê min ê ajokar, ji ber ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê emeliyat bûbû, kesekî bi navê Osman ê ku ji ber şerê li Kobanê koçî Pirsûsê kiribû û min ew li nobeda li ser sînor nas kir, dema ji min re got ku dikare ajokariyê bike, min jî ti astengî tê de nedît û ew li wesayîta xwe siwar kir. Wî wesayîta min bi kar anî. Li cem wî tiştek tinebû. Li navenda Serêkaniyê ciwanê mijara gotinê got ku wê ji dikanê cixarê bikire û ji wesayîtê daket. Lê belê, ji ber ku demeke dirêj nehat, min agahî da rêxistinên me yên DBP û HDP'ê yên navçeyê, bi telefonê li Walî Îzzettîn Kuçuk û parlamenterê me yê Rihayê Îbrahîm Ayhan geriyam û min agahî da wan. Waliyê Rihayê dûre ji min re ragihand ku kesê mijara gotinê hatiye binçavkirin. Piştî axaftinê, polîsê sivîl dor li wesayîta min girtin û nasname xwestin. Piştî ku min ji polîsan re got parlamenter im, çûn. Ji bo hînbûna aqûbeta ciwanê mijara gotinê, ku di nûçeya derew de hat gotin 'kurye' ye, tevî rêveberên me yên navçeyê ez bi xwe çûm Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Serêkaniyê û min agahî stend. Piştî hevdîtina li emniyetê, tevlî şahiya ciwanan a ku sedema hatina min a Serêkaniyê bû, bûm. Tevî ku min ev pêvajo yekser bi xwe ji Waliyê Rihayê û Emniyeta Navçeya Serêkaniyê re ragihand, xistine rojevê ya vê bûyera beriya 7 mehan, feraseteke bi niyeteke neşba a nûçevaniyê ye. Nûçeya derew a weke 'bi navbeynkariya kurye xwestiye çekan bibe Pirsûs', parçeyek ji şerê psîkolojîk ê AKP'ê yê li hemberî partiya me ye."