Xizmên windayan li hember operasyonan nerazîbûn nîşan dan
Xizmên windayan û ÎHD'ê di çalakiyên xwe yên hefteyî de bertek nîşanî operasyona li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya pêk hatin dan
Xizmên windayan û ÎHD'ê di çalakiyên xwe yên hefteyî de bertek nîşanî operasyona li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya pêk hatin dan
Xizmên windayan û ÎHD'ê di çalakiyên xwe yên hefteyî de bertek nîşanî operasyona li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya pêk hatin dan. Xizmê windiyan Talîha Kayik di çalakiya Êlihê de axivî û wiha bang li Erdogan kir: "Aqilê xwe bîne serê xwe. Bi qetilkirinê Kurd xilas nabin û tine nabin. Her ciwanê dimire dayîekî wî heye. Zarokan nebin şer."
AMED
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya hefteya 337'an li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku dewletê daxwazên wan ên kiryaran peyda bike li ber çavan negirt.
BI HEZARAN CARAN HEMAN OPERASYON HATIN KIRIN LÊ ENCAM NEGIRTIN
Bîlîcî bertek nîşanî operasyona li hemberî Heremên Parastina Medya pêk hatî da û anî ziman ku berê jî gelek caran heman operayon li dar xistin lê heya niha tu encama bi dest nexistin û wiha got: "Ji her du aliyan bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Dê hêj çend hezar kes jiyana xwe ji dest bidin. Ez bang li dewletê dikim. Bi hezaran gorên kom û bi hezaran winda hene. Di 30 salên dawî de bi hezaran kes hatingirtin û hatin qeitlkirin."
ÇÎROKA ONCEL Û OZKUL HATIN XWENDIN
Pişt re Parêzerê ÎHD'ê Abdullah Zeytun çîroka Mehmet Oncel û Mehmet Şîrîn Ozkul ên di sala 1994'an de li tundê Tilzerîn ê navçeya Qoserê yên Mêrdînê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin girtin û pişt re hatin qetilkirin vegot.
Prz. Zeytun gotinên kurê Mehmet Oncel Ramazan Oncel ê têkildarî bûyerê de vegotin wiha ragihandin: "Ji ber zextên dewletê yên cerdevaniyê û zextan em gund vala kir û em çûn gundê Tilzerîn bi cih bûn. Fermanderekî bi anvê Ahmet ê ku paşnavê wî ez nizanim ji bavê min Mehmet Oncel re got, 'Heke xwedê te nekuje ez dê te bikujim' Bavê min 3 caran hat binçavkirin. Carekê mehekê di bin çavan de ma. Şeva bûyerê seat di 01.00'an de wesayîtekî sipî ya Renault hat gund û kesên sivîl ên di destê wan de bêtêl heyî hebûn û bi ser mala me de girtin. Şîrîn Ozkul ê ji gundê me jî bi xwe re anînbûn. Bavê min ji nava doşekê rakirin. Welatiyên gund gotin 2 wesayît hatibûn gund. Serê sibê seat di 07.00'an de ajokarê diçe Qoserê cenazeyê bavê min û Şirin Özkul li herema Teraşî dîtin. Em li wir cenazeyên xwe girtin. Îşkence li bavê min kiribû."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê jî bi heman armancê li Kolana Gulîtanê çalaki pêk hat.Serokê Şaxa ÎHD'ê Mehmet Bagatir diyar kir ku komkujiyên li hemberî gelê kurd berdewam dikin û bertek nîşanî êrîşa li hemberî herêmên parastiyan medyayê pêk hat dan. Bagatir anî ziman ku hikûmetê bi awayekî fîlî agirbest bi dawî kir û wiha got: "Ev şer ji bo berjevendiyên gel û welatiyan nîn e."
Xizma Windayan Talîha Kayik jî got di şer de zarok û ciwan jiyana xwe ji dest didin û wiha bang li Erdogan kir: "Hinî zarokên me dibêjin aştî hûn bombeyan dibarînin. Erdogan aqilê xwe bîne serê xwe. Kurd bi qetilkirinê û kuştinê xilas nabin. Dayîkên ciwanên her roj dimirin hene."
ŞIRNEX
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqubeta welatiyên ji hêla JÎTEM’ê ve hatine windakirin bipirsin di çalakiya hefteya 344’emîn de hatin cem hev û vê hefteyê aqubeta Ebubekîr Aras ê di sala 1994’an de ji hêla JÎTEM’ê ve hat windakirin pirsîn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqubeta welatiyên ji hêla JÎTEM’ê ve hatine windakirin bipirsin di çalakiya hefteya 344’emîn de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de MEYA-DER, KURDÎ-DER, Komeleya Alimên Botanê, nûnerên ÎHD’ê amede bûn. Li qadê pankarta “Albûma şehîdan” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Rêveberê Şaxa MEYA-DER’a Cizîrê Veysî Durgut çîroka windakirina Ebubekîr Aras ê di sala 1994’de ji hêla JİTEM’ê ve hatî windakirin vegot.
Durgut destnîşan kir ku Ebubekîr Aras dema leşkeriya xwe kir û hate Cizîrê di Newroza ve Cizirê de hat binçavkirin û wiha got: "10 rojan di bin çavan de ma û piştre sewqî dozgeriya Amadê kirin. Piştî îfadeyê ji hêla dozgeriyê serbest hat berdan. di dozêda hat zanîn ku çi suçê wî nebû hat berdan. 1’ê tîrmeha 1994’de serê sibê endamên JÎTEM'ê bi wesayitên zirxî bi ser mala Aras da girtin û wî li wesayîta zirxî siwar kirin û birin. Dawiyê derket holê ku endama JÎTEM’ê ya bi navê Hediye Ogiş ew îxbar kiriye û li ser îxbara wê ew binçav kirine." Durgut bilêv kir ku wealtiyên Cabar û Remezan li cihê ku dihatin girtin Aras dîtine. Durgut anî ziman ku malbata Aras agahî da parêzeran û malbata Aras telefonî qereqolê kirin û rayedarên qereqolê gotine Aras li cem wan e û meraqa wî nekin. Durgut anî ziman ku bavê Aras jî diçe îfade dide û li wir pirsa kurê xwe dike û li wir binçavkirina Aras înkar kirin.
Durgut derbirî ku malbata Aras serî li gelek saziyên sivîl û saziya mafên mirovan a Amedê da tû agahî wî negirtine
Piştî axaftina Durgut, civaknas Abdullkerîm Pusat axivî û bal kişand ser komkujiya li Pirsûsê. Pusat anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê û hikûmeta AKP’ê îro li gelek deverên Kurdistanê kumkujiyan pêk tîne û wiha got:”Dewleta tirk li Pirsûsê 32 hevalên me qetilkin, piştre li gelek bajarên kurdan bi ser malan de girtin û gelek welatî û siyasetmedar binçavkirin. Ev jî porovekasyonên dewleta tirk ên nû ye."
Piştî çalakiya rûniştinê dawî li çalakiya xwe anîn.