CDK-F: Em bomberdûmanê bi nefret şermezar dikin
CDK-F, ji bo çalakiya şermezarkirina bomberdûmana qadên gerîla û komkujiya li Pirsûsê, banga tevlîbûnê kir.
CDK-F, ji bo çalakiya şermezarkirina bomberdûmana qadên gerîla û komkujiya li Pirsûsê, banga tevlîbûnê kir.
Bi armanca şermezarkirina bomberdûmana qadên gerîla û komkujiya li Pirsûsê, li Parîsê çalakî tê lidarxistin. CD-F banga tevlîbûna çalakiyê kir.
Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) nerazîbûneke tund nîşanî bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla da.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Weke gelê Kurd û dostên wan ên li Fransayê dijîn, em bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê bi sedan balafirên şer ên Tirk, bi nefret şermezar dikin. Bi sûcên li dijî gelê me, bi êrîşan, bi bomberdûmanan, bi komkujî û qirkirinan re têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê nayê sekinandin."
SAET DI 13:00 DE LI GARE DU L'EST
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Hem ji bo şermezarkirina van êrîşên hov ên dewleta Tirk ên li hemberî sivîlan û Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem ji bo sekinandina van êrîşan, hem jî ji bo silavkirina 32 hevrêyên xwe yên li Pirsûsê bi hovane hatin qetilkirin, em îro saet di 13:00 de li Gare Du L'Est a Parîsê meş û mîtîngekê lidar dixin. Em bang li gelê xwe, dostên xwe û her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' dikin ku tevlî çalakiyê bibin."