Newşa Xerbî ji çeteyan hat paqijkirin
Piştî operasyona 3 rojan a hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, taxa Newşa Xerbî bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.
Piştî operasyona 3 rojan a hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, taxa Newşa Xerbî bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.
Di roja 4. a operasyona şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên li taxa Neşwa Xerbî de, tax bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin û ewlekirin.
Li aliyê din, hat ragihandin ku taxa Eskerî jî bi temamî ketiye bin kontrola hêzên asayîşê yên Rojava û Nexweşxaneya Îsa Bexdadî û pria Xumiyran ên li vê taxê, ji aliyê hêzên asayîşê ve tên kontrolkirin.