Leşkerên Tirk sînor derbas kirin, gefa mirinê li gel xwarin!
Leşkerên Tirk ên ji sînorê Rojava derbasî Efrînê bûn, îşkence li gelê li herêmê kirin û gefa mirinê li mirovan xwarin.
Leşkerên Tirk ên ji sînorê Rojava derbasî Efrînê bûn, îşkence li gelê li herêmê kirin û gefa mirinê li mirovan xwarin.
Leşkerên Tirk, li navçeya Efrîn Recoyê sînorê Rojava derbas kirin û li gundê Meydan Ikbisê îşkence li mirovên li nava zeviyên xwe dixebitîn kirin.
Leşkerên Tirkiyê ku ev demeke li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de kiryarên li dijî mirovahiyê pêk tînin, gelek welatiyên sivîl bê sûc qetil kirin, vê carê jî sînor derbas dikin û welatiyên nêzî herêmên sînor di zeviyên xwe de dixebitin îşkence dikin.
Welatiyên gundê Meydan Ikbis a navçeya Raco ya Efrînê diyar kirin ku duh berê êvarê leşkerên Tirk ku ji 5 kesan pêk dihat zêdeyî 100 metreyî derbasî xaka Rojava bûn. Gundiyan destnîşan kirin ku leşkerên ku di herêma nêzî gund re sînor derbas kirin, li jin, zarok û welatiyên di nava zeviyên xwe de dixebitîn dan û gefa kuştinê li wan xwarin. Hate gotin ku leşkeran bi armanca tirsandinê gule li ser welatiyan reşandin û bombeyên gazê avêtin wan. Di encamê de hin welatî birîndar bûn.
Welatiyên herêmê birîndar û kesên ji ber gazê ji hişê xwe çûn rakirin Dibistana gundê Meydan Ikbis û li wir dermankirina destpekê hate kirin.
Şahidê bûyerê welatiyê bi navê Hesen Eco der barê bûyerê de ji ANHA’yê re axivî û got ku leşkeran sînor derbas kirin û êrîşî hemû welatiyên di nava zeviyan de kirin. Guleyan li hemû kesî direşînin û ji ber wan welatî nikarin herin nava zeviyên xwe yên li nêzî sînor.