Bombardûman wê li Başûrê Kurdistanê bê protestokirin
Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastina Medyayê wê îro li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê çalakî bêne lidarxistin.
Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastina Medyayê wê îro li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê çalakî bêne lidarxistin.
Meşa protestoyî ya Silêmaniyê wê di pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê de bê lidarxistin, wê Tevgera Azadî, TEV-DEM, PYD, RJAK û gelek rêxistinên din tevlî bibin. Meş wê ji pêşiya Salona Tewar destpê bike heya bigihêjin Baxê Giştî wê berdewam bike.
Li Hewlêrê jî wê girseya gel bi heman armancê di saet 17:00’an de li Parka Samî Ebdurehman bêne gel hev. Girseya gel wê ji vir heya Sefaretxaneya Tirkiyeyê meşekê li dar bixin.
Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê yên çalakiyê li dar bixin bang li her kesî kirin ku tevlî meşa prostestoyî bibin.
Her wiha hat diyarkirin ku wê gel sibe di saet 15:00’an de ji Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî û ji gelek bajarên Başûrê Kurdistanê ber bi Qendîlê ve bikevin rê.