MAT: Şer rawestînin, dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin
MAT, li hember konsepta şer a AKP bikar tîne nerazîbûn nîşan da, bang li hikûmetê kir ku şer rawestîne û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne.
MAT, li hember konsepta şer a AKP bikar tîne nerazîbûn nîşan da, bang li hikûmetê kir ku şer rawestîne û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne.
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (MAT), têkildarî bomberdûmana li hember gerîlayan û operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek weşand.
MAT’ê di daxuyaniya xwe de got: "Terkkirina pêvajoya çareseriyê ya gelên Tirkiyeyê nêzî 3 sal in bi hêviyên mezin piştgiriyê didinê û ji nû ve destpêkirina pevçûnan û şer û her kesê li van xakan dijî bi tehlûkeya karesateke mezin re rû bi rû ye. Tevî îradeya gelê me ya ji bo aştî bê mirovên me yên welêt di hilbijartina 7’ê Hezîranê de nîşan da jî dest çûn ser tetîkê. Zêdetirî 50 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya Pirsûsê, operasyonên leşkerî û êrîşên çekdarî yên li hember mirovan nîşaneyên çûna xera bû.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di operasyonên li dijî Kurdan bi sedan kes hatine binçavkirin û nerazîbûna xwe weke, “Hikûmeta AKP’ê duh bi êrîşa hewayî ya li ser kampên PKK’ê re dîsa konsepta xwe ya şer kiriye pêkanînê ”anî ziman.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ji qedexekirina meşa Eniya Aştiyê plan kiribû sibê li Stenbolê li dar bixe re jî got, “Tam dînîtiye û sekna aqil e” û bal kişand ser van xisûsan:
‘PÊWÎST E TAVILÊ DAWÎ LI TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ ANÎN’
“Di civîna çapemeniyê ya îro de Helwesta Serokwezîr a israr di şer de û tehdîdkirina her kesî asta tehlûkeyê radixe ber çavan. Ev rêya ku dawî li Pêvajoya Çareseriyê aniye, aştiyê piştguh dike û her ku diçe vediguhere helwesteke dij Kurd rêyeke neder e. Pêwîst e Tirkiye di hundir de bikeve rêya rizgariya ji tirsa Kurd. Pêwîst e dev ji wan polîtîkayên pûç ên aştiyê dixin tengasayê berde. Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê her kesî hê di destpêkê de vedixwîne sekinandina şer û vegera maseya çareseriyê. Ji bo vê yekê pêwîste Tirkiye tavilê dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê aktorê herî bi bandor ê pêvajoya çareseriyê bîne. Tenê bi vî awayî Tirkiye dikare xwe ji şerekî herêmî rizgar bike.”