Li dijî operasyon û êrîşan banga berxwedana topyekûn
KCD-E nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên li hemberî gerîla da û banga serhildanê li gelan kir.
KCD-E nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên li hemberî gerîla da û banga serhildanê li gelan kir.
KCD-E nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên li hemberî gerîla da û banga serhildanê li gelan kir.
Hevserokatiya KCD-E der barê êrîşên hewayî yên berfireh ên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla de daxuyaniyek weşand.
KCD-E banga berxwedana topyekûn kir û got, "Em êrîşên hikûmeta faşîst a TC AKP'ê ya li hemberî çiyayên Kurdistanê bi nefret şermezar dikin."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "TC a mêtînger, ji ber ku ji şantaja tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo tiştek bi dest nexist, bi operasyonên siyasî re serî li binçavkirina bi sedan mirovan û komkujiya li Pirsûsê da. Agirbest û pêvajoya aştiyê ku Rêber Apo bi sebir û hewldaneke mezin bi pêş ve dibir, bi bombebarana qadên sivîl û gerîla rast hatiye. Di salvegera sembola mêtîngeriyê Lozanê de bi awayekî topyekûn bombekirina çiyayên Kurdistanê tê wateya israra di înkar, tinekirin û qirkirinê de."
Di dewama daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Di serî de gelê me em bang li hemû gelên bindest û hêzên şoreşger dikin, ku êrîşa li dijî gerîlayên Kurdistanê ku hêviya azadiyê ya gelan e qebûl nekin, bi ruhê serhildanê nerazîbûna xwe nîşan bidin û dakevin qadan."