Gelê Wanê wê li dijî êrîşan sibe dakeve kolanan

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê, xwestin bomberdûmana li hemberî gerîla û operasyonên qirkirina siyasî bi dawî bibin. Rêxistinên her du partiyan bang tevlîbûna çalakiya sibe, li gel kirin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê, xwestin bomberdûmana li hemberî gerîla û operasyonên qirkirina siyasî bi dawî bibin. Rêxistinên her du partiyan bang tevlîbûna çalakiya sibe, li gel kirin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê, li avahiya DBP'ê ya bajêr der barê êrîşên ehwayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyyaê û operasyonên binçavkirinê yên li gelek nuqteyên Kurdistan û Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn di axaftina xwe ya li civînê de operasyonên binçavkirinê û bomberdûmana li hemberî qadên gerîla şermezar kir û xwest, ev êrîş tavilê bi dawî bibin.

SAET DI 19:00 DE LI PARKA FEQIYÊ TEYRAN

Şahîn diyar kir ku ji bo şermerzarkirina bomberdûmanê û operasyonên qirkirina siyasî, sibe saet di 19:00 de wê li Parka Feqiyê Teyran bicivin û banga tevlîbûna çalakiyê kir.