KCK: Em qet dereng nemînin, derhal têkoşînê bilind bikin

KCK: Bi tenê rêyek li pêşiya me ye. Ev yek jî; bi berfirehkirina tifaqên hêzên demokrasiyê re, li dijî gurûha çete û faşîst a Erdogan bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Bi tenê rêyek li pêşiya me ye. Ev yek jî; bi berfirehkirina tifaqên hêzên demokrasiyê re, li dijî gurûha çete û faşîst a Erdogan bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Çawa ku di 2. Şerê Cîhanê de hêzên demokrasiyê bi dirûşma 'wê nikaribin derbas bibin' li dijî faşîzmê rabûn ser piyan û li ber xwe dan, divê hêzên demokrasiyê jî bi dirûşmeya demokratîkbûyîn û aştiya bingehîn, têkoşîna xwe xurt bikin. Bê guman li şûna gotinên aştiyê yên nedîtbar û dûrî hedefên polîtîk, esasgirtina dirûşmeya demokratîkbûyîn, çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya mayînde, wê têkoşînê bigihîne asteke demokratîkbûyîn û çareserkirina hemû pirsgirêkan. Li ser vê bingehê, girîng e demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareserkirina hemû pirsgirêkan armanca bingehîn be. Têkoşîna hevpar a hemû hêzên demokrasiyê ya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re, wê bibe garantî û nifteya serketiyê ya li dijî Tayyîp Erdogan û ekîba wî. Ji bo li rewşa papazekî di 2. Şerê Cîhanê de gotibû 'dema dor hate min, kesek nema min biparêze' careke din neyê rû nede, ya divê were kirin ev e. Li ser vê bingehê em bang li gelên xwe û hemû hêzên demokrasiyê dkin ku bêyî dereng bimînin, derhal têkoşînê bilind bikin.

Agahiyên berfireh tên..