Ji gerîlayên TÎKKO çalakî

Gerîlayên TÎKKO li hember Komkujiya Pirsûsê çalakiya bersivdanê pêk anîn. Di çalakiyê de der barê windahiyên leşkeran de agahî nehatin girtin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, 22’ê Tîrmehê saet 13.00’an gerîlayên TÎKKO bi armanca şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê li hember qereqola Anûska ya girêdayî Xozat a Dêrsimê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de tankek bi roketa B-7 hat derbkirin. Der barê windahiyên artêşa Tirk de ti daxuyanî nehat dayîn.

Li gel vê hat ragihandin ku îro saet 07.00’an di navbera Qereqola Anûska û Qereqola Sirikan de tevgera artêşa Tirk pêk hatiye.