Di bomberdûmanê de 4 sivîl birîndar bûn

Di bomberdûmana balafirên artêşa Tirk a duh bi şev saet di 22:55'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin de, gelê sivîl hedef hat girtin. 4 sivîlên di êrîşan de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Duhokê.

Hat ragihandin ku di dema êrîşên hewayî de gundên li Qendîl û Gareyê hatine bombekirin û gelek sivîl birîndar bûne.

Nûçegihanê Rojnewsê yê li herêmê diyar kir ku gundê Bêzelê yê herêma Gareyê jî bûye hedefa êrîşên duh ên hewayî yên balafirên şer ên Tirk û da zanîn ku di bomberdûmanê de zarokekî 11 salî û ciwanek birîndar bûne, birîndar rakirine nexweşxaneyên li Duhok û navçeya Amediye ya Duhokê.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de li qada Çemço û gundê Werexêlê du sivîl birîndar bûne. Hat ragihandin ku ciwanekî li gundê Werexêl birîndar bûye, lingekî xwe winda kiriye.

Balafirên şer ên Tirk her wiha gundên Bilok, Kêliye, Mezrê, Yekmalê, Kaniya, Babola, Selaniye û Hogilê bombe kirin û ji ber bomberdûmanê li van gundan û derdora wan şewat derketiye. Li gorî agahiyan li dehl û rezên gundiyan zerareke mezin çêbûye.

Li gorî agahiyên Rojnewsê bi dest xist, hêzên gerîla beriya bomberdûmanê gundî hişyar kirine û xwestine gundan vala bikin, ji ber vê yekê li van gundan windahiya can çênebûye.