Haya Barzanî ji bomberdûmanê hebû
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû da xuyakirin ku der barê operasyonên hewayî yên li hemberî qadên gerîla de, agahî ji serokê herêmê Mesûd Barzanî re hatiye dayîn.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû da xuyakirin ku der barê operasyonên hewayî yên li hemberî qadên gerîla de, agahî ji serokê herêmê Mesûd Barzanî re hatiye dayîn.
Hat ragihandin ku di mijara operasyona li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, Serokê Herêma Federe Mesûd Barzanî hatiye agahdarkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Serokwezîr Ahmet Davûtoglû, der barê operasyonên hewayî yên li hemberî qadên gerîla de agahî daye Barzanî. Hat ragihandin ku Davûtoglû gotiye, "Heta ku PKK dawî li çalakiyên xwe nîne, wê serî li tedbîrên bi vî rengî were dayîn."