Ciwanan li gelek deveran rê girtin û nasname kontrol kirin

Ciwanên Kurd li gelek bajarên Kurdistanê rê li çûnûhatinê girtin û nasname kontrol kirin. Wesayîtên kesên bi dewletê re hevkariyê dikin şewitandin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku duh êvarî ciwanên Kurd rêya Hênê û Licê li çûnûhatine girtine û nasname kontrol kirine. Wesayîteke aîdî kesekî bi dewletê re hevkariyê dike jî ji aliyê ciwanan ve hat şewitandin. Hat diyarkirin ku piştî hêzên artêşa Tirk hatine cihê bûyerê ciwan dûr ketine.

Dîsa duh êvarî ciwanan ji saet 21.30 heta 23.00’an rêya Pasûr-Licê li çûnûhatinê girtine.

Her wiha duh nêzî êvarî saet di navbera 18.00  û 19.00’an de ciwanan rêya di navbera Qers û navçeya Qereyazî ya Erziromê de li çûnûhatinê girtine û wesayîta kesekî bi dewletê re dixebite şewitandine.