Li Ebexê ciwanan rê li trafîkê girtin, nasname kontrol kirin
Li gundê Avasor ê navçeya Wan Ebexê, ciwanan rêya Ebex-Avasor li trafîkê girtin û nasname kontrol kirin.
Li gundê Avasor ê navçeya Wan Ebexê, ciwanan rêya Ebex-Avasor li trafîkê girtin û nasname kontrol kirin.
Li gundê Avasor ê navçeya Wan Ebexê, ciwanan rêya Ebex-Avasor li trafîkê girtin û nasname kontrol kirin.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku li gundê Avasor ê navçeya Wan Ebexê, ciwanan rêya di navbera Ebex û Avasor de li trafîkê girtine û kontrola nasnameyan kirine.
Wekî din hat ragihandin ku leşkerên Tirk ev hefteyeke bi 2 maşînên zirxî yên bi tîpa akrep, li ser rêya Kevirê Şamê û gundê Çepanê, bend danîne û nasnameyan kontrol dikin.
Li aliyê din, tê gotin ku çend roj berê hêzên dewletê ji nû ve erk dane bi qasî 50 tîmên taybet ên teqawîtbûyî û li Ebexê didin xebitandin.
CIWANAN BEND DANÎN SER RÊ
Di êvara 23'ê Tîrmehê saet di navbera 20:00 - 23:00 de ciwanan bend danîn ser rêyên Ebex-Bêgirî-Bazîdê û rê li trafîkê girtin. Lê belê polîs û leşkeran êrîşî çalakiya ciwanan kriin. Ciwanan jî bi kevir û molotof kokteylan bersiv dan êrîşê.
Hat ragihandin ku di maşînên zirxî yên bi tîpa akrep, ku tê de polîs hebûn, hatine şewitandin. Polîsên li vir birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê û ekîbên arkujiyê xwestine dest li şewatê werdin. Li gorî agahiyan, yên di wesayîtên cornect û transît ên li qadê de heqaret li ciwanan kirine, li ser vê yekê ciwanan li van wesayîtan jî dane.
Wekî din li înşaeta goletê ya li qada Kizilbûçûk a navçeya Qers Qamuşanê, 3 qemyon, 1 dozer û tankereke avê hatin şewitandin.