Hewldana êrîşa bombeyî ya çeteyan hat şikandin

Hêzên YPG/YPJ'ê yên dor li Sirînê girtine, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li derdorê şikandin. Duh danê nîvro çeteyan hewl dan bi wesayîta bombebarkirî êrîşê bikin û ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê yên bi êrîşê hewldanê hesiyan ve, hat pûçkirin.

Hêzên YPG/YPJ'ê yên dor li Sirînê girtine, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li derdorê şikandin. Duh danê nîvro çeteyan hewl dan bi wesayîta bombebarkirî êrîşê bikin û ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê yên bi êrîşê hewldanê hesiyan ve, hat pûçkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kobanê li hemberî qadên di bin dagirkeriya çeteyan de ne, dewam dikin.

Navendê got, "Hêzên me yên ku dorpêça Sirîn temam kirin, hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji milên cuda dihat lidarxistin jî pûç kirine. Çeteyan duh danê sibehê, li hemberî hêzên me yên li ser rêya ku ji navbera gundên Maxaretên û Malha derbas dibe bi cih bibûn êrîşek lidar xistin. Piştî hêzên me ev êrîş şikandin, çeteyan bi topên hawanan çeperên hêzên me bombebaran kirin."

Navendê ragihand, ku piştî nîvro jî li heman herêmê çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşê xwekujî lidar xistin û got, "Wesayît, ji aliyê hêzên me ve ji dûr ve hatiye teqandin. Piştî vê êrîşa xwekujî derdora 40 çete li hember hêzên me ya vê herêmê êrîş lidar xistin. Piştî şerekî, ev êrîş jî hatine şikandin. Di vî şerî de bi qasî hatiye zelalkirin 33 endamê çeteyan hatine kuştin."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku hêzên wan tespît kirin ku ji milê ava Firatê ve teqwiyê diçe çeteyên ku di bajarokê Sirîn de hatine dorpeçkirin û operasyonên xwe di van qadan de zêde kirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di navbera komên çeteyan û hêzên me yên ji gundê Qereqozax ber bi başûr ve, ji gundê Malha jî ber bi bakur ve pêş diketin li kelêka çemê Firatê şerekî dijwar rû daye. Hêzên me li vê herêmê rêyeke ax a ku li kelêka ava Firatê ve dirêj dibû xistin bin serweriya xwe û 3 gundên li vê herêmê jî ji çeteyan rizgarkirin. 

Komên çeteyan ku nikaribûn li hember hêzên me xwe bigrin, bi wesayîteke bombe barkirî xwestin êrîşê xwekujî pêk bînin. Hêzên me ev wesayît ji dûr ve teqandin û rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan li vê herêmê nehatiye zelalkirin. Di encama xebatên legerîne van qadan de tevî termekî çeteyan, hêzên me dest danîn li ser 1 katuşa, 1 hawan, 1 doçkaya 12,5mm, 1 BKC, 1 maşîneya leşkerî, hejmarekî zêde amûrên leşkerî û cebilxane yên çeteyan."