Şervanên MLKP'ê yên li Rojava şer dikin dan xuyakirin ku komkujiya li Pirsûsê li hemberî hemû gelan û Şoreşa Rojava hatiye kirin û gotin, "Bersiva me ya li komkujiyê wê tevlîbûneke xurttir a li şoreşê û hilanîna tolê be."
Fermandarê MLKP'ê Seydo Azad û şervana MLKP'ê ya jin Viyan Îslan, li Biryargeha MLKP'ê ya Kobanê, êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê ku 31 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan û armanca vê komkujiyê ji ANF'ê re nirxandin.
'ÊRÎŞ BI DESTÊ DAIŞ'Ê JI ALIYÊ AKP'Ê VE HATIYE KIRIN'
Fermandarê MLKP'ê Azad da xuyakirin ku komkujiya li Pirsûsê ji bo çavtirsandina tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê, çavtirsandina hemû derdorên sîstema berê red dikin û sîstemeke nû dixwazin hatiye kirin û destnîşan kir ku hedefa komkujiyê di heman demê de astengkirina piştgiriya ji bo Kobanê û gelê Rojava ye. Azad got, "Ev komkujî bi destê DAIŞ'ê ji aliyê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ve hatiye kirin. Em, hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk weke berpirsyarê sereke dibînin."
'BI ZANEBÛN CIWAN HATINE HILBIJARTIN'
Azad anî ziman ku di vê komkujiyê de hilbijartina ciwanan rasthatinek nîne û got, "Ciwan beşa herî dîmanîk a civakê ye, ev yek di tevahiya herikîna dîrokê de bi vî rengî ye. Dema li paşeroja nêz were temaşekirin, pêşengên çalakiyên li hemberî IMF, NATO û çalakiyên Gezî ciwan in. Ji ber vê yekê, ciwan bi zanebûn hatine hilbijartin. Jİ bo çavtirsandina ciwanan, ji bo cihtengkirina li ciwanan êrîş hatiye kirin."
'EM Ê HESABÊ WÊ BIPIRSIN'
Azad ragihand ku ev êrîş hatine pûçkirin û got, "Ciwan wê îro hîn bêhtir li dora hev bicivin, xwedî li têkoşînê derkevin û hîn bêhtir tevlî pevçûnê bibin. Em ji vê bawer dikin. Em ne di şînê de ne, berevajî em bi hêrs in, hesabê vê komkujiyê bê guman wê were pirsîn."
'BERSIVA ME WÊ TEVLÎBÛNEKE HÎN XURTTIR LI ŞOREŞÊ BE'
Azad got, "Me gotiye Şoreşa Rojava şoreşa me ye" û anî ziman ku ew ê ji niha û pê ve jî li Rojava bin. Azad destnîşan kir ku bersiva wan a li vê komkujiyê wê hîn bêhtir bi tevlîbûna li nava şoreşê û belavkirina şoreşê li her qadê be. Azad diyar kir ku piştî vê komkujiyê ew ê hîn bêhtir bi biryardarî ber bi armancên xwe yên Şoreşa Rojhilata Navîn ve bimeşin.
Azad ev bang kir: "Ji niha û pê ve jî dibe ku em li komkujiyên bi vî rengî rast bên. Banga me li hemû ciwanan û gelê me ye; bila werin nava refên me, têkoşîna şoreşê mezin bikin."
'ÊRÎŞ LI HEMBERÎ HEMÛ GELAN E'
Şervana MLKP'ê ya jin Îsyan jî anî ziman ku êrîş ne tenê li hemberî ciwanên sosyalîst ên li wê derê bû û got, "Ev êrîş li hemberî ciwanên pêşengê hemû gelan hatiye kirin. Ev erîş li hemberî Çerkesan, Kurdan, Tirkan, Ereban û di heman demê de li hemberî Şoreşa Rojava, gelê Rojava hatiye kirin."
Îsyan destnîşan kir ku ev êrîş bi taybetî hatiye hilbijartin û got, "Dixwazin vê bêjin; em ê pêşeroja we tine bikin."
'DAIŞ JI ENQEREYÊ TÊ BI RÊVE BIRIN'
Îsyan axaftina xwe wiha dewam kir: "Ruhê serhildanê yê derketiye holê, sozên tolhildanê û pratîkên vê, ji bo tinekirina olîtîkayên dewleta AKP'ê û taşerona wê DAIŞ'ê ne. Pêvajoya niha li ser vê bingehê dimeşe. Niha ev yek derketiye holê; DAIŞ ne ji Reqqayê, ji Enqereyê tê bi rêve birin. Ev gelekî zelal û li ber çavan e. Hemû polîtîkayên wê, hemû perspektîfên wê li wir derdikevin holê. Ya duyemîn; polîtîkayeke zanebûn a li hemberî sosyalîstan, bi taybetî jî ciwanên sosyalîst e. Ji ber ku ji destpêkê ve sosyalîstan cihê xwe di nava vê şoreşê de girtin û gotin 'ev şoreş şoreşa me ye'."
Îsyan da zanîn ku sosyalîstan, yên ku di destpêkê de Şoreşa Rojava qebûl nekirin, bi wan dane qebûlkirin ku şoreşeke çawa ye û got, "Sosyaslîstan gotin; Ev şoreş şoreşeke jinê ye, şoreşeke ciwanan e, şoreşeke gelan e û bi gelek derdorên sosaylîst, antî emperyalîst, antî faşîst ên li cîhanê dan qebûlkriin. Jİ ber vê yekê êrîş bi zanebûn li hemberî ciwanên sosyalîst hatiye kirin."
'ÊRÎŞ WÊ LI WAN VEGERE'
Îsyan da xuyakirin û ev êrîş wê li berevajî bibe û li wan vegere û got, "Gelekî zelal e ku wê ji niha û pê ve ti tişt mîna berê nebe." Îsyan diyar kir ku bi tenê protestokirin êdî têrê nake û li dijî komkujiyê banga parastina xwe kir.
'JIN DIVÊ XWE BIPARÊZIN'
Îsyan li hemberî komkujiyên ji niha û pê ve bi taybetî bang li jinan kir ku rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û destnîşan kir ku ev yek ne tenê li qada siyasî divê li qada leşkerî jî be. Îsyan bal kişand ser parastina xwe û tevlîbûna li têkoşîna şoreşger a jinan û got, "Eger em dixwazin xwedî li bîranîna hevalên xwe yên şehîd derkevin, ya ku divê em bikin, meşa di rêya wan de û bilindkirina ala wan e."
BANGA LI GELAN
Herî dawî Îsyan bang li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û got, "Xaka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mozaîka gelan e. Zêdeyî 40 gel li vê xakê bi hev re dijîn. Ya ku divê ji niha û pê ve were kirin, li dijî faşîzmê yekdil, yekdestiya gelan e. Divê hesabê vê komkujiyê ji sedî sed bê pirsîn. Divê gel werin cem hev û meşa azadiyê mezin bikin."