Li herêmên gerîlayan keşf, li Dêrsimê şewata daristanan
Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya keşfê pêk tînin.
Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya keşfê pêk tînin.
Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya keşfê pêk tînin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku li navçeya Xozat a Dêrsimê herêmên dora Qereqola Amuska, rasterast bi çekên giran û A-4 ve hatine gulebarankirin û hat gotin ku di encama gulebarankirinê de şewat derketiye û hê didome.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, 22’ê Tîrmehê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser herêma Avaşîn û xeta sînor xebatên keşfê kirine.
Hat diyarkirin ku 21’ê Tîrmehê saet di navbera 22.00 û 22’ê Tîrmehê saet 05.30, saet di navbera 10.00-15.00 û 20.00 û 22.00’an de li ser herêma Avaşîn û xeta sînor xebatên keşfê hatine kirin. HPG da zanîn ku tevgera hewayî her çûye zêde bûye û wiha hate gotin: “23’ê Tîrmehê saet 03.30- 0430’an li herêma Garê, 22’ê Tîrmehê saet di navbera 20.30 û 23’ê Tîrmehê de saet 01.30’an li herêma Zapê, 22’ê Tîrmehê saet di 11.30-19.30’an li ser herêma Heftanînê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk xebatên keşfê kirine.
22’ê Tîrmehê saet 23.00 û 23’ê Tîrmehê saet 02.00’an li ser herêma Tendurek a Agiriyê û li ser herêma Eledag a girêdayî Panosê, di navbera rojên 22-23’ê Tîrmehê saet di navbera 23.00-04.00’an de herêma Demîrkapi ya girêdayî gundê Çemçe yê Qersê, 23’ê Tîrmehê saet di navbera 01:00 - 06:30’an de herêma Kire Kor a Îdirê, 22’ê Tîrmehê saet di 19:00 - 00:00’an li ser herêma Norşîna Bedlîsê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk xebatên keşfê kirine.
22’ê Tîrmehê saet di navbera 15.00 û 19.00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk ên tîpa Bayraktar li her herêma Heftanînê xebatên keşfê kirine. Li ser vê gerîlayan bi çekên giran gule berdane balafirê û balafir ji wir dûr ketiye. Her wiha Qereqola Tepê Meymun li dijî herêma Şehîd Kendal bi çekên giran rasterast gule barandiye û tankan jî li herêmê bombebaran pêk aniye.
TEVGERA HELÎKOPTERÊN KOBRA
HPG'ê da zanîn ku 22’ê Tîrmehê saet 12.00’an li navçeya Xozat a Dêrsimê herêmên dora Qereqola Amuska, rasterast bi çekên giran û A-4 ve hatine gulebarankirin û hat gotin ku di encama gulebarankirinê de şewat derketiye û hê didome.
HPG'ê da xuyakirin ku 21’ê Tîrmehê danê sibê li navçeya Pilurê li hemberî herêma gundê Otlubahçe artêşa Tirk operasyonek pêk aniye û operasyon heman rojê bê encam vekişiyaye.
HPG’ê di berdewamiyê de da zanîn ku 22’ê Tîrmehê saetên nîvro, li navçeya Dambat a Agiriyê li herêmên Eleganê û Gola Kozo, leşkerên Tirk bi cil û bergên sivîl geriyane û kemîn danîne. Hat diyarkirin ku artêşa Tirk ev 3 roj in ji bo qereqola Şemalî ya Mûşê sewqiyata leşkerî dike.