Ji bo Êzidiyan kampanya îmzeyan a ji bo darizandina berpirsyaran

Komeke bi navê "Kurd û dostên Kurdan ên li Swêdê" ji bo darizandina berpirsyarên ku Êzidiyên par li Şengalê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatin neparastin, dest bi kampanya îmzeyan kir.

Komeke bi navê "Kurd û dostên Kurdan ên li Swêdê" ji bo darizandina berpirsyarên ku Êzidiyên par li Şengalê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatin neparastin, dest bi kampanya îmzeyan kir. Bi vê kampanyayê re her wiha êrîşên li hemberî aktîvîst û rojnamevanên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê, tên protestokirin. 

Di daxuyaniya li ser mijarê de hat bibîrxistin ku di 3'ê Tebaxa par de, ji ber reva pêşmergeyan Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin û ji Rêveberiya Federal a Kurdistanê tê xwestin, ev daxwazên li jêrê hatine destnîşankirin, tavilê bi cih werin anîn.

"Parastina Êzidiyên li Kurdistanê werin başkirin û nakokiyên navxweyî bên terikandin.

Der barê komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê de, em dixwazin Rêveberiya Federal a Kurdistanê daxuyaniyekê bide. Serokê Rêveberiyê Mesût Barzanî gelek caran diyar kir ku ew ê kesên Şengal bêparastin hiştine ceza bikin, lê belê neket nava ti hewldanan.

Li gorî vegotinên şahidan, Êzidî li kampên penaberiyê yên li Başûrê Kurdistanê di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijîn. Ji ber vê yekê em dixwazin şert û mercên wan ên jiyanê bên başkirin. Divê pêkanînên biçûkxistin û şikandina rûmetê ya ji ber cihêrengiya çandî û baweriyê, tavilê bi dawî bibin.

Di dema dawî de li Başûrê Kurdistanê gef û şîdeta li hemberî aktîvîst û rojnamevanên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê zêde bûn. Em vê helwesta Rêveberiya Federal a Kurdistanê şermezar dikin û dixwazin tedbîr werin zêdekirin."