Nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ hatin aşkerakirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên YPG û YPJ’ê yên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên YPG û YPJ’ê yên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku 3 şervanên wan di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane. Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye:

“Têkoşerên me Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin têkoşîneke bêhempa dimeşînin li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ û ji bilî serketinê yekîneyên me tiştekî din ji xwe re esas nagirin, tiştekî nakin asteng li pêşiya erkê parastina axa xwe ya pîroz û canê xwe dikin qurbana welat û gelê xwe.

Bêguman me gelek berdêl dan heya me ev serketin bi dest xist û bidestxistina van serketinan hemû bi ked û saya ciwanên me yê lehengin, îro em nasnameya sê lehengên xwe aşkera dikin, her sê lehengên me di şkandina êrîşên çeteyan de rolekî mezin lîstin û gihiştin asta şehadetê.

Careke din bi navê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin sersaxiyê ji gelê xwe û bi taybetî ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin heya ku azadiyê bi dest bixin”.

Nasnameyên şervanan wiha ne :

Nasnav: Welat Amed

Nav û Paşnav: Velî Yildirim

Navê Dayikê: Xanim

Navê Bav: Huseyîn

Cihê Jidayikbûnê: Amed – Licê - Kayapinar

Cih û Dîroka Şehadetê: 9-7-2015 Kobanê – gundê Şikif

 

Nasnav: Sorxwîn Kobanê

Nav û Paşnav: Emel Mihemed

Navê Dayikê: Beyaz

Navê Bav  Reşad

Cihê Jidayikbûnê: Gundê Dirbazin

Cih û Dîroka Şehadetê: 5-10-2014 Kobanê

 

Nasnav: Erdem Çirav

Nav û Paşnav: Aydin Şen

Navê Dayikê: Azîme

Navê Bav: Abdulselam

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt – Dihê (Eruh)

Cih û Dîroka Şehadetê: 15-7-2015 Kobanê – Girê Maxartên