Gerîlayê HPG'ê Alpaslan li Licê hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Baran Alparslan (Cemîl Andok) ê li Herêmên Parastinê yên Medya di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Licê ya Amedê bi merasîmekê li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Baran Alparslan (Cemîl Andok) ê li Herêmên Parastinê yên Medya di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Licê ya Amedê bi merasîmekê li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Baran Alparslan (Cemîl Andok) ê 3'yê Sibata 2015'an de li Herêmên Parastinê yên Medya di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû li ser daxwaza malbatê ji herêmê hat wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Baran duh ji deriyê sînor hat wergirtin û ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Piştî karên otopsiyê bi dawî bûn ji bo definkirinê anîn "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê yê navçeya Licê.

Esnafên navçeyê ji ber merasîma cenaze dikanên xwe venekirin û bi sedan welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîma li şehîdgehê pêk hat malbat û peywirdaran tedbîrên ewlehiyê girtin û piştî lêgerînê welatî ketin qada merasîmê. Di merasîmê de alên PKK'ê hatin vekirin û dirûşm hatin gotin.

Piştre cenazeyê Alparslan bi dûayan hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û sirûda "Ey Reqîp" hat xwendin. Piştî merasîmê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek axaftinek kurt kir û diyar kir li ser gelê Kurd lîstikên qirêj pêk tên û ciwanên gelê Kurd wê li hemberî van lîstikan rawestin.

Piştre girse ji şehîdgehê derket û hat Mala Şînê ya Pasûriyan.