Girtiyên PAJK û PKK’ê li dijî komkujiyê sê rojan dikevin grevê

Girtiyên PAJK û PKK'ê dan xuyakirin ku li hemberî komkujiya Pirsûsê ‘3 rojan di şînê de 3 rojan di îsyanê de’ ne.

Girtiyên PAJK û PKK'ê dan xuyakirin ku li hemberî komkujiya Pirsûsê ‘3 rojan di şînê de 3 rojan di îsyanê de’ ne. Girtiyan diyar kirin ku wê di 24-26'ê Tîrmehê de çalakiya greva birçîbûnê lidar bixin û gotin divê hemû kes li hemberî êrîşên DAIŞ û AKP'ê ewlehiya xwe bigirin.

Li ser navê girtiyên PAJK û PKK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku ew wê bi armanca şermezarkirina komkujiya Pirsûsê di 24-26'ê Tîrmehê de çalakiya greva birçîbûnê lidar bixin. Di daxuyaniyê de êrîşa hovane ya li hemberî şoreşgerên gelên Tirkiyeyê yên ji bo piştgiriyê bidin înşaya Kobanê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Em vê êrîşa li dijmirovahî bi nefret şermezar dikin. Ev êrîş ji aliyê kesên dixwazin Rojhilata Navîn û welatê me di bin tarîtiyê de bihêlin li dar xistin. Hem gotin, polîtîka û helwestên li dijî lihevhatina gelan, muzakere û çareseriya demokratîk ji vê komkujiyê re zemîn amade kir. Ev êrîş li hemberî xeta HDP'ê ya ji serketina Kobanê hêz girtî pêk hatiye. Ev êrîş li hemberî perspektîfa neteweya demokratîk û çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd e. Ev êrîş di şexsê rêhevalên ciwan ên SGDF'ê li hemberî pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye. Li hemberî pêşengên şoreşger Denîz, Mahîr, Paramaz û Saryayan e. Ev êrîş li hemberî serketina Girê Spî û hêzên YPG û YPJ'ê û hêzên şoreşger ên li ser xeta Cerablus-Reqqayê pêş de diçin e."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelên Tirkiyeyê li hemberî vê êrîşê divê topyekûn xwe rêxistin bike û yekîtiya xwe pêk bîne û wiha hat gotin: "Rêya li hemberî êrîşan xwe rêxistinkirin e. Rêberê me berê gotibû 'dê êrîş li hemberî gel pêk bên û ji ber vê yêkê divê gelên me li gorî şer xwe amade bikin û rêxistinbûna xwe pêk bînin.' Divê di serî de gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê talukeya pêk tê bibînin. Divê tu kes çavê xwe li vê yekê negire."

'DIVÊ GEL EWLEHIYA XWE BI XWE BIGIRIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serî de ciwan hemû gel li Riha, Kurdistan û Tirkiyeyê di bin talukeya êrîşan de ne û wiha hat gotin: "Hikûmeta AKP'ê û pergala dewletê bi daxuyaniyên didin piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê, sînoran asteng nakin, çeteyan nagirtin û êrîşên wan asteng nakin. Em necarin vê yêkê lêpirsîn bikin û hesaba wê bipirsin. Divê ev hesap pirsîn tenê bi rexneyê bi sînor nemîne. Bi çalakiya desthilatdariyê bidin zorê û bi hiqûqê vê yekê zelal bikin. Parastina welatiyan berpirsiyara yekemîn a dewletê ye. Lê em baş vê dewlet û hikûmetê nas dikin ku ewlehiya xwe teslîmî wan nekin. Divê ciwan û gelê me ewlehiya xwe bi xwe pêk bînin. Li her bajar, navçe, gund û tax rêxistinên xwe yên îstîxbarî û parastina cehwerî pêk bînin. Divê civaka li her derê bi xwe ewlehiya xwe pêk bîne."

'EM 3 ROJAN DI ŞÎNÊ 3 ROJAN DI ÎSYANÊ DE NE'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku weke girtiyên PKK û PAJK'ê bi armanca şermezarkirina komkujiya Pirsûsê di navbera dîrokên 24-26'ê Tîrmehê de 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê lidar bixin.