Tecrîd li Serhedê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navendan tê protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navendan tê protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navendan tê protestokirin.
Li navçeya Agirî Giyadînê di 22'ê Tîrmehê de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Pirsûsê, dikan nehatin vekirin û daxuyaniyek hat dayîn.
Di êvara 22'ê Tîrmehê saet di navbera 18:00 - 19:00 de ciwanan bi armanca şermezarkirina tecrîdê rêya Ebex-Bazîdê li çûn û hatinê girtin. Ciwanan sê TIR ên saziyên dewletê şewitandin û propaganda ji gel re kirin. Leşkerên Tirk jî gule li gel reşandin.
Li Agiriyê di 21'ê Tîrmehê de, ciwanên xwestin tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin, li êrîşa polîsan rast hatin. Di pevçûna navbera polîs û ciwanan de, 4 jê polîs gelek kes birîndar bûn.
Di pevçûnan de ku derb li du mînîbusên polîsan hat xistin, 4 kes hatin binçavkirin. Di heman rojê de li taxa Girtîgehê jî ciwanan rê li çûn û hatinê girtin. Ji ber êrîşa polîsan, ciwanan bi molotofkokteyl û bombeyên deng xwe parastin. Hat ragihandin ku yek pîqaqek TEM û du wesayîtên connect ên polîsan hatin şewitandin. Li taxa Bûlût jî du TIR ji aliyê ciwanan ve hatin şewitandin.
Li navçeya Erzîrom Qereyaziyê jî, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan meşek bi meşaleyan hat lidarxistin. Polîsan li vê derê jî êrîş kirin, lê li ser nerazîbûna gel polîs neçar ma xwe vekişînin. Gel jî meşa xwe dewam kir.