Li Konyayê endamên DAIŞ'ê bi çekê êrîşî Kurdan kirin!

Li navçeya Karatay a Konyayê, endamên DAIŞ'ê avêtin ser malên Kurdan û gefa "Em ê serê we jê bikin", "Em ê bombeyan biavêjin malên we" xwarin. Di bûyerên ku polîsan bi tenê lê temaşe kirin de hevser û kurê serê berê yê HADEP'ê biçekê birîndar bûn.

Li navçeya Karatay a Konyayê, endamên DAIŞ'ê avêtin ser malên Kurdan û gefa "Em ê serê we jê bikin", "Em ê bombeyan biavêjin malên we" xwarin. Di bûyerên ku polîsan bi tenê lê temaşe kirin de hevser û kurê serê berê yê HADEP'ê Akin bi çekê birîndar bûn. Kurdan dan xuyakirin ku ew ê li navçeyê xwe bi xwe biparêzin.

Komeleya xwendekarên zanîngehê Ronahî-Der, ji bo komkujiya li Pirsûsê şermezar bike, duh êvarê saet di 21:00 de li taxa Saraçoglû ya navçeya Konya Karatayê meşek lidar xist. Lê belê komek çekdar a ji endamên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, êrîşî meşê kir.

Li vê taxa ku HDP'ê 22 hezar deng wergirt û piraniya şêniyên wê Kurd e, endamên DAIŞ'ê bi tivingê gule li Serokê berê yê HADEP'ê yê Navçeya Meramê Mehmet Reşît Akin reşandin. Di êrîşê de hevsera Akin Fîdan Akin û kurê wî yê 13 salî Beraat Akin birîndar bûn. Fîdan Akin ji pişta xwe, Beraat Akin jî ji çenga xwe birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Êrîşkaran her wiha avêtin ser Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Karatayê Nazmiye Bozkûrt û gefa "Em ê we hemûyan bikujin, em ê nehêlin ku li vir bimînin" xwarin. Êrîşkaran li taxê êrîşî wesayîta rêveberên HDP'ê yê Navçeya Karatayê Salîh Damar kirin û zerareke mezin dan wesayîtê.

LI BER POLÎSAN GOTIN 'EM Ê BOMBEYÊ BIAVÊJIN MALÊN WE'

Hat ragihandin ku koma êrîşakar beriya êrîşê li mala birayên Seyîthan, Mehmet, Semîh Boran, Zafer û Mûzaffer Baran hatine cem hev û kesên çekdar ên ne ji taxê ji derve tevlî vê komê bûne. Hat hînbûn ku birayên Baran beriya niha avêtibûn ser kargeha rêveberê berê yê DBP'ê yê bajêr Aryen Îşlek, gefa "em ê serê we jê bikin" xwarine û ev şexsên mijara gotinê xizmên Fariz Ozalan ên tevlî DAIŞ'ê bûne ne. Di bûyera duh de, di dema ku polîs li cihê bûyerê bû de koma êrîşkar got, "Em ê bombeyê biavêjin malên we" û bi dengekî bilind gef li welatparêzan xwarin. Polîsên li wir jî bi tenê li wan temaşe kirin.

POLÎS MUKUR HAT

Polîsên ku ciwanên komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin girtin binçavan, diyar kirin li hemberî endamên DAIŞ'ê ew nikarin tiştekî bikin û gotin, "Em van bigirin jî, neçarin sibe berdin". Hat ragihandin ku ev endamên DAIŞ'ê danê sibehêjî li Serkan Gida Marketê ya li nêzî mala Mehmet Reşît Akin ê rastî êrîşê hat, careke din kom bûne.

'EM Ê XWE BIPARÊZIN'

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Karatayê Mûsa Goz got, "Ev ne êrîşa destpêkê ye, ne jî ya dawî. Ne ya dawî ye ji ber ku ev mirov piştî her êrîşê, bi hêsanî li naverastê digerin. Tevî ku me gilî kirine jî, tedbîr nayê girtin. Li vê derê ewlekariya jiyanê ya ti endamên me, hevalên me nîne." Goz anî ziman ku êrîşkaran li ber polîsan bi dengekî bilind gotin, "Em ê bombeyê biavêjin malên we" û polîs bi tenê li wan temeşa kirine. Goz got, "Em ê li hev bicivin û xwe biparêzin. Ji bilî vê ti şensê me nîne. Emniyeteke em pê piştrast bin, nîne."